Partîyên çepgir û ya navendî dixwazin di tûra duyemîn de pêşî li hukumeke rasta radîkal bigirin.
Duh ji her du alîyan li derdora 218 namzetîya xwe ya ji bo hilbijartinê betal kirin.
Fransa di 7ê tîrmehê de tûra duyemîn a hilbijartinên parlamentoyê li dar dixe.
Encamên dengdanê wê arîtmetîka nû ya parlamentoyê derxîne holê.
Partîyên çepgir û ya navendî dixwazin di tûra duyemîn de pêşî li hukumeke rasta radîkal bigirin.
Duh ji her du alîyan li derdora 218 namzetîya xwe ya ji bo hilbijartinê betal kirin.
Kesên vekişîyan li deverên xwe yên hilbijartinê bûbûn sêyemîn.
Bi vê gava taktîkî, şensê hilbijartina namzetên din li hemberê rasta radîkal zêde bû..
Rasta radîkal a rêberîya wê ji alîyê partîya Le Penê RNyê ve tê kirin, di tûra yekemîn de ji % 33yê dengan girtibû.
Ev jî partîyê kiribû favorîyê damezrandina hukumeta Fransayê.
Rêveberîya vê sîyaseta antî-penaber û reaksîyoner hêvî dike ku di hilbijartinê de 270 kursî bi dest bixe.
Ku ev pêk were wê rasta radîkal hewl bide bi alîkarîya çend wekîlên ji partîyên din hukumeta Fransayê damezrîne.
———————————————————–
Foto: Nûnerên partîyên Enîya Gel a Nû ya li Fransayê/Union-populaire-palaiseau.fr
Infowelat