Orban ji bo aştîyê çû Moskowê

Serdana Victor Orban a Moskowê Hûngarya û Yekîtîya Ewrûpayê anî pêşberî hev.

Îro Yekîtîya Ewrûpayê wê di asteke bilind de meseleyê gotûbêj bike.

Orban ragihandibû, ew ji bo aştîya di navbera Rûsya-Ukraynayê diçe Moskowê.

Serdana Victor Orban a Moskowê Hûngarya û Yekîtîya Ewrûpayê anî pêşberî hev.

Sefîrên Yekîtîya Ewrûpayê duh ji bo vê mijarê civînekê li dar xistin.

Ji ber ku ji civînê tu biryar derneketin, mesele wê di Konferansa Serokan a îro de bê gotûbêjkirin.

Lêbelê Swêd û Fînland li benda vê civînê neman û helwesteke tund li hemberê Orban nîşan dan.

Her du welat ragihandin, ew ê civîna wezîran a li Hûngaryayê boykot bikin.

Yekîtîya Ewrûpayê di şerê Rûsya-Ukraynayê de destekê dide Ukraynayê.

Bruksel ne qayile endamekî Yekîtîya Ewrûpayê ji bo meseleya Ukraynayê bi Rûsyayê re hevdîtinan bike.

Hûngarya YEyê temsîl dike

Meseleyeke din jî ev e, Hûngarya deh roj berê serokatîya dorveger a Yekîtîya Ewrûpayê dewr girtibû.

Loma jî  hevdîtina Orban û Putin hîn bêtir di nava Yekîtîya Ewrûpayê rastî reaksîyonan tê.

Serokê Hûngaryayê Orban ragihandibû, ew ê ji bo axaftina li ser aştîyeke di navbera Rûsya-Ukraynayê de biçe Moskowê.

Berîya hevdîtina bi Putin re Orban çûbû Kiewê û bi serokê Ukraynayê Zelensky re hevdîtinekê kiribû.

Orban ji Zelsenky daxwaz kiribû, demildest agirbesteke bi Rûsyayê re qebûl bike.

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Komkujîya 1992an a Cizîr û Nisêbînê

Welat Ayaz  Bûyerên li Cizîrê û navçeyên Nisêbînê qewimîn bi navê “Newroza bi xwîn” derbasî …