Partîya Le Penê di hilbijartinê de bi ser ket

Meşa Neteweyî (RN) ku rasta tund temsîl dike li Fransayê ji % 33ê dengan girt.

Bi vê encamê, partî wê di Parlamentoya Fransayê de bibe partîya herî mezin.

Ev jî ji bo sîstema Fransayê wekî xetereyeke mezin tê qebûlkirin.

Erdheja sîyasî ya li Fransayê bi encamên hilbijartina ji bo parlamentoyê gihîşt asteke hîn bilindtir.

Meşa Neteweyî (RN) ku rasta tund temsîl dikir, ji % 33ê dengan bi dest xist.

Bi vê encamê, partî wê di Parlamentoya Fransayê de bibe partîya herî mezin.

Ev jî ji bo sîstema Fransayê wekî xetereyeke mezin tê qebûlkirin.

Enîya Gel a Nû (NFP) a partîyên çepgir û jîngehparêz temsîl dike, ji % 28ê dengan girt.

Partîyên di bin sîwana vê eniyê de hatin cem hev,  ji bo pêşîgirtina rasta radîkal tifaqê kiribûn.

Koalîsyona Emanuel Macron a xwe wekî parazvanê komarê nîşan dide, encax dikarîbû ji % 20ê dengan bigire.

Ev encam jî wekî têkçûna sîyasî ya serokê heyî Macron tê qebûlkirin.

Macron piştî têkçûna partîya xwe ya di hilbijartina Parlamentoya Ewrûpayê de, ji nişkave biryara hilbijartina giştî ya Fransayê dabû.

Macron bi bê gava xwe ya xetere, xwestibû pêşî li bilindbûna RNyê bigire.

Ji ber ku di hilbijartina duh de tu partî piranîyê bi dest nexist, di 7ê tîrmehê de wê tûra duyemîn a hilbijartinê bê lidarxistin.

Niha meseleya herî giring a Fransayê rêbazên pêşîgirtina hukumeteke partîyên rasta radîdal e.

Enîya çepgir ji bo tifaqake bingeh fireh a neteweyî dilxwaz xuya dike.

Lêbelê siyaseta rastgir a navendîparêza Macron ji bo vê hîn ne zelal e.

————————————————

Foto: Seroka RNyê Marine Le Pen/X.com

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Amerîka navbeynkarîya Rûsya û Ukraynayê kir

Li Erebistana Siûdî hevdîtinên muzakereyên agirbesta Ukraynayê hebûn. Heyeta Amerîkayê hem bi Ukraynayê û hem …