Enîya Gel li Fransayê bû hêza yekemîn

Tifaqa ji partîyên çep û kesk pêk tê, di hilbijartinên Fransayê de bi ser ket.

Enîya Gel a Nû wê di Parlamentoya Fransayê de bibe xwedîyê di navbera 172 û 192 kursîyan.

Bi vê encamê, rê li ber îktîdara partîya rasta radîkal Meşa Neteweyî (RN) hat girtin.

Tifaqa ji partîyên çep û kesk pêk tê, di hilbijartinên Fransayê de bi ser ket.

Di encama tûra duyemîn a duh de Enîya Gel a Nû bû yekemîn.

Enîya Gel a Nû wê di Parlamentoya Fransayê de bibe xwedîyê di navbera 172 û 192 kursîyan.

Koalîsyona Macron Ensemble dibe xwedîyê di navbera 150-170 kursîyan.

Bi vê encamê, rê li ber îktîdara partîya rasta radîkal Meşa Neteweyî (RN) hat girtin.

RN berevajîya tûra yekemîn dengê xwe kêm kirin û encax dikarîbû 143 kursîyan bi dest bixe.

Ev jî ji bo partîya Le Penê tê wateya têkçûnekê.

Ji lew re partîya rasta tund piştê serkeftina xwe ya di tûra yekemîn de xwe ji bo îktîdarê amade dikir.

Di pêşîgirtina hukumeteke muhtemel a Le Penê de rola herî mezin a Melenchon e.

Lîderê La France Insoumise Jean Luc Melenchon banga hevkarîya taktîk a di tûra duyemîn de kiribû.

Piştî vê bangê, ji 200î zêdetir namzetên tifaqa çep û koalîsyona Macron ku îhtîmala hillbijartina wan kêm bû, ji hillbijartinê vekişîyabûn.

Ev jî şensê namzetên heyî yên her du enîyan a ji li hemberê partîya rasta radîkal zêde kiribû.

—————————————-

Foto: Ala Fransayê û Eyfel/Medyaya Sosyal 

Infowelat 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa ji bo Ukraynayê ket nava alarmê

Donald Trump hewl dide bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re ji bo Ukraynayê muzakereyan pêk …