NATO li Washingtonê civîya

Civîna NATOyê ya li Amerîkayê bi rasthatina  75. a damezrandina tifaqa leşkerî tê lidarxistin.

NATO di 1949an de bi rêberîya Amerîkayê, tevlî Kanada û çend welatên Ewrûpayê hat damezrandin.

Civîna welatên endam ên NATOyê duh Washingtonê dest pê kir.

Serokê Amerîkayê Joe Biden malovanîya civînê dike.

Civîn bi rasthatina  75. a damezrandina vê tifaqa leşkerî tê lidarxistin.

NATO di 1949an de bi rêberîya Amerîkayê, tevlî Kanada û çend welatên Ewrûpayê hat damezrandin.

Domandina hevgirtina di navbera endamên rêxistinê de rojeva sereke ya bernameya li Washingtonê ye.

Di serî de Tirkiye û Hûngarya, hin endamên NATOyê naxwazin li hemberê Rûsyayê destekê bidin Ukraynayê.

Herwiha, di nava civaka ewrûpî û amerîkî de jî mixalefeta li hember domandina şer her ku diçe bilind dibe.

Tirsa ji Trump

Meseleyeke din jî helwesta Trump û hilbijêrên Partîya Komarger a li hemberê NATOyê ye.

Trump dabû zanîn, ew naxwaza Amerîka wekî berê alîkarîyeke zêde bide NATOyê.

Loma jî îhtimala biserketina Trump a di hilbijartinên Amerîkayê de li Ewrûpayê dibe sebeba fikaran.

Bernameya NATOyê ya li Washingtonê wê di 11ê tîrmehê de bi dawî bibe.

—————————————————-

Foto: Ala NATOyê 

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa di 2024an de du qat germ bû

Sazîyên meteorolojîyê li ser guherîna avhewayê raporek amade kirin. Raporê tespît kir ku li parzemîna …