Partîya Karkeran li Brîtanyayê bi ser ket

Partîya Mihefazakar di hilbijartina Brtanyayê de têkçûneke giran girt.

Partîya ku Brîtanyayê ji Yekitîya Ewrûpayê derxistibû, encax dikarîbû 119 kursîyên parlamentoyê bi dest bixe.

Li alîyekî din, Partîya Karkeran bi 411 kursîyan serkeftineke zelal bi dest xist.

Duh di hilbijartina giştî ya Brîtanyayê de tsûnamîyeke polîtîk pêk hat.

Partîya Mihefazakar têkçûneke giran girt û hukumeta di destê xwe de winda kir.

Vê partîya ku Brîtanyayê ji Yekitîya Ewrûpayê derxistibû, encax dikarîbû 119 kursîyên parlamentoyê bi dest bixe.

Ev jî bû têkçûna herî giran a partîyê ya ji hilbijartina sala 1906an û vir ve.

Li alîyekî din, Partîya Karkeran ku ev çend sal in di mixalefetê de bû, serkeftineke zelal bi dest xist.

Bi rêjeya ji % 33ê dengan tam 411 kursîyên parlamentoyê ketin destên vê partîyê.

Bi vê encamê, wê Partîya Karkeran bikaribe di bin serokwezîrtîya lîderê xwe Keir Starmer hikumetê damezrîne.

Di hilbijartinê de Lîderal Demokratên navendî jî hejmara kursîyên xwe 60 zêde kirin û bûn xwedîyê 71 kursîyan.

Encamên hilbijartinên 4ê tîrmehê yên Brîtanyayê. Rengê sor ciyên Partîya Karkeran bi ser ketîye nîşan dide/Wikipedia

Encamên vê hilbijartinê ji bo Partîya Netewperest a Skotlandê (SNP) ku serxwebûna welêt daxwaz dike, ne erênî bû.

SNP serdestîya xwe ya li Skotlandê winda kir û piştî Partîya Karkeran bû partîya duyemîn.

Lêbelê Plaid Cymru xwe li hemberê pêla Partîya Karkeran girt her çar kursîyên xwe yên li Welatê Galê parast.

———————————————

Foto: Lîderê Partîya Karkeran a Brîtanyayê Keir Starmer/X.com 

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Beledîyeyên Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê hatin desteser kirin

Dewleta tirk îro Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredarîya Batmanê û Şaredarîya Xelfetîyê ku navçeyeke …