Partîyên rasta radîkal li Parlamentoya Ewrûpayê “Welatparêzên Ewrûpayê” damezrandin.
Partîya Le Penê Meaş Neteweyî (RN), Fidesza serokê Hûngaryayê (Macaristan) Victor Orban, Partîya Azadîyê ya Awusturyayê û partîya ANO ya Komara Çek di nava vê komê de cî digirin.
Partîyên rasta radîkal duh li Parlamentoya Ewrûpayê komeke polîtîk damezrandin.
Navê vê koma ji 84 wekîlan pêk tê, “Welatparêzên Ewrûpayê” ye.
Partîya Le Penê Meşa Neteweyî (RN), Fidesza serokê Hûngaryayê (Macaristan) Victor Orban, Partîya Azadîyê ya Awusturyayê û partîya ANO ya Komara Çek di nava vê komê de cî digirin.
Hemû endamên vê tifaqê li hemberê koçberîya kaçax xwedî helwest in û dixwazin piranîya erkên Yekîtîya Ewrûpayê transferê welatên endam bên kirin.
Damezrandina vê koma polîtîk di nava sîyaseta sereke ya Yekîtîya Ewrûpayê de dibe sebeba fikaran.
Ji ber ku di hilbijartinên Parlamentoya Ewrûpayê de partîyên rasta radîkal li Fransa û Almanyayê dengên xwe zêde kirin û li Îtalya ê hin welatên din jî hêza xwe parastin.
Xetereya li hemberê sîstemê
Serkeftina polîtîk a partîyên rasta tund wekî xetereya Ii hemberê sîstema Yekîtîya Ewrûpayê tê qebûlkirin.
Loma ne tenê partîyên çepgir, Koma Ewrûpî ya Mihefazakar û Reformîstan (ECR) û Koma Partîya Gel a Ewrûpayê (EPP) xwe ji “Welatparêzên Ewrûpayê” dûr didin.
Tevî zêdebûna wekîlên partîyên rasta radîkal jî, piranîya Parlamentoya Ewrûpayê ji wekîlên alîgirê Yekîtîya Ewrûpayê pêk tên.
Ev jî tê vê wateyê, heta pênc salên din, ji bilî serêşîyê koma rasta radîkal wê nikaribe bibe xwedî bandoreke xurt li ser polîtîkayên sereke yên Yekîtîya Ewrûpayê.
—————————————–
Foto: Koma Welatparêzên Ewrûpayê/X.com
Infowelat