Çawa Fransa wê pêşî li rasta tund bigire?

Fransa rêûrêbazên pêşîgirtina hukumeteke muhtemel a rasta tund nîqaş dike.

Enîya Gel a Nû ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê dixwaze bi partîyên mayî re tifaqê çê bike.

Lêbelê enîya nûnerîya wê Macron dike, di vê mijarê de helwesta xwe zelal nekîrîye.

Fransa rêûrêbazên pêşîgirtina hukumeteke muhtemel a rasta tund nîqaş dike.

Partîya Le Penê Meşa Gel (RN) di hilbijartinên 30ê hezîranê re ji % 33ê dengan girt û bû partîya herî mezin a parlamentoyê.

Enîya Gel a Nû ku ji partîyên çep û jîngehparêz pêk tê, ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê dixwaze bi partîyên mayî re tifaqê çê bike.

Enîyê ragihand, ew ê namzetên xwe yên di hilbijartinê de bûn sêyemîn, vekişîne.

Ev ê jî şensê namzetên partîyên din Ii hemberê rasta radîkal zêde bike.

Lêbelê enîya nûnerîya wê Macron dike, di vê mijarê de helwesta xwe zelal nekîrîye.

Gelek ji sîyasetvanên enîya rasta navendî naxwazin bi partîyên çepgir re tifaqê bikin.

Ev jî şensê serfirazîya partîya Le Penê ya di tûra duyemîn de zêde dike.

Tevî ku îro divê namzet ji bo tûra duyemîn serîlêdanê bikin, mijara tifaqê hîn ne zelale.

Tê ragihandin, biryara enîya Macron a di vê mijarê de wê bandoreke mezin li arîtmetîka parlamentoyê bike.

——————————————–

Foto: Ala Fransayê 

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jin û wêjeya kurdî mijara panelekê bûn

Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek …