Hûngarya serokatîya Yekîtîya Ewrûpayê dewr girt

Hûngarya duh serokatîya dorveger a Yekîtîya Ewrûpayê dewr girt.

Rêveberîya Budapeşteyê wê heta 6 mehan serokatîya Yekîtîya Ewrûpayê bidomîne.

Hûngarya bi slogana Make Europe  Great Again (Em Ewrûpayê careke din mezin bikin) dest bi karê xwe kir.

Hûngaryaya herdem ji bo Yekîtîya Ewrûpayê serêş e, duh serokatîya vê rêxistinê dewr girt.

Rêveberîya Budapeşteyê wê heta 6 mehan serokatîya Yekîtîya Ewrûpayê bidomîne.

Hukumeta Victor Orban bi slogana Make Europe  Great Again (Em Ewrûpayê careke din mezin bikin) dest bi karê xwe kir.

Ev slogan, di eslê xwe de ji ber ya Trump (Make America Great Again) a di kampanyaya hilbijartinê de hatibû bikaranîn.

Loma jî planên Hûngaryayê ya ji bo Ewrûpayê xwedî naverokeke kevneperest û reaksîyoner in.

Ev jî fikarên sîyaseta sereke û ya çepgir a Ewrûpayê ji bo Hûngaryayê zêde dike .

Orbanê ev çar car in tê ser kar, li nava welêt azadîya çapemenîyê û serdestîya hiqûqa demokratîk bi sînor kir.

Ev jî bû sebeb Yekîtîya Ewrûpayê fonên ji bo Hûngaryayê asteng bike.

Serdana Kîevê

Herçî Orban e, wî bi gaveke ji nişkave ya di roja duyemîn a serokatîya Hûngaryayê de herkesî matmayî hişt.

Victir Orban îro ji bo serdanekê çû paytexta Ukrayna Kîevê.

Hûngarya heta niha di Şerê Ukrayna-Rûsyayê de ligel Bruksel û NATOyê cî negirt.

Herwiha, Orban têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re jî tu car qut nekir û bazirganîya xwe ya bi Moskowê re berdewam kir.

Tê ragihandin, sebeba sereke ya vê serdanê meseleya parastina kêmara hûngarî ya li rojavayê Ukraynayê ye.

Ukrayna ji sala 2019an û vir ve, hiqûqa xwe ya li hemberê kêmaran hişk dike.

Orban ji bo parastina kêmara hûngarî 11 xalan pêşkêşî Ukraynayê dike.

————————————————–

Foto: Serokê Hûngaryayê Victor Orban/X.com 

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jin û wêjeya kurdî mijara panelekê bûn

Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek …