Baroya Parisê tecrîda Ocalan şermezar kir

Baroya Parisê bi daxuyanîyekê tedcîra Abdulah Ocalan şermear kir.

Di daxuyanîya nivîskê de ligel Ocalan rewşa girtiyên din Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de jî cî girt.

Baroya Parisê ji bo rewşa Abdulah Ocalan daxuyanîyekê weşand.

Di daxuyanîya nivîskê de ligel Ocalan rewşa girtiyên din Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de jî cî girt.

Daxuyanîya Baroyê Parisê wiha ye:

“Serdana dawî ya parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hat. Bi 3 girtiyên din re ji sala 2015’an ve tu hevdîtin nehatiye kirin. Bi giştî 8 parêzerên parastinê nekarîn bi awayekî fîzîkî, bi telefonê an jî bi rêya nivîskî bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Hempîşeyên me ji bo protestokirina van êrîşên ku li dijî mafên parastinê, azadiyên bingehîn û rûmeta mirov e, ji Wezareta Edaletê ya Tirk re nameya protestoyî şandin. Baroya Parîsê ji rewşa çar girtiyên li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi fikar in, tevlî protestoya parêzerên parastinê yên girtiyan bû.”

Parêzerê Ocalan Rêzan Sarica di 25ê Hezîranê de bi nûnerên Baroya Parîsê Françoîs Devedjian û Davîd Andic re hevdîtinekê kiribû.

Hêjayî gotinê ye, îsal 120 rewşenbîrên fransî ji bo li Kurdistanê aştî pêk were daxuyanîyekê weşandibûn.

Di daxuyanîyê de tecrîda giran a li ser Ocalan jî cî girtibû.

—————————————————-

Foto: Parêzerên Baroya Parisê/ANF

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Trump ji bo Ukraynayê bi Putin re axivî

A.Rahman Çelîk Trump ji bo aştiya Rûsya û Ûkraynayê zend û bendan badide. Serokê Amerîkayê …