NATO: Ukrayna li ser rêya endamtîyê ye

NATO piştî civîna sê rojan a li Washingtonê daxuyanîyeka fermî weşand.

Dijberîya Çînê û desteka ji bo Ukraynayê xalên sereke yên vê daxuyanîyê bûn.

Herwiha, NATO derîyê endamtiyê ji bo Ukraynayê vekirî hişt.

NATO piştî civîna sê rojan a li Washingtonê daxuyanîyeka fermî weşand.

Dijberîya Çînê û desteka ji bo Ukraynayê xalên sereke yên vê daxuyanîyê bûn.

Çîn wekî “alîkarê bi biryar” ê Rûsyayê ya di şerê li hember Ukraynayê de hat pênasekirin.

Ji ber vê pozîsyona wê, “fikarên kûr” ên ji bo Çînê di daxuyanîyê de cî girtin.

Pêşxistina çekên nukleer û kapasîteya xebatên fezayê yên Çînê jî hatin destnîşankirin.

Çîn tevlî Rûsyayê li Belarûsê tetbîqateke leşkerî li dar xistibû.

Belarûs li rojhilatê Ewrûpayê ye û bi Polonyayê re xwedî sînoreke dirêj e.

Loma jî tetbîqata dawî di NATOyê de bûbû sebeba fikaran.

Ukrayna û F-16

NATO wekî her car di vê civînê de jî desteka xwe ya ji bo Ukraynayê dûbare kir.

Endamên rêxistina leşkerî ragihandin, ew ê balafirên F-16 bidin Ukraynayê.

NATO di daxuyanîya xwe de pêdîvîya întegrasyona Ukraynayê ya ji bo tifaqa Ewrûpa-Atlantîkê îfade kir.

Ev jî tê vê wateyê, NATO derîyê endamtiyê ji bo Ukraynayê wê vekirî bihêle.

————————————

Foto: Civîna NATOyê ya li Washingtonê/X.com 

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Xwîn herikî li Mistonê

Avreş JIYAN Berbanga sibehê bû. Bayeke havînê ji zozanên bakur veqetiyabû û derdor serûbin dikir. …