Îro li Îranê hilbijartinên ji bo serokomarîyê tên lidarxistin.
Ji namzetan yên herî xurt Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî, Mistefa Pûrmihemedî û Mesûd Pizîşkiyan e.
Ji van her çaran, bi tenê Pizîşkîyan xeta reformxwaz temsîl dike.
Hilbijêrên li Îranê ji bo diyarkirina serokomarê nû îro çûn ser sindoqan.
Serokê nû wê dewsa Îbrahîm Reîsî bigire ku di qezayekê helîkopterê de jiyana xwe ji dest dabû.
Berîya hilbijartinê destûr hat dayîn, bi tenê 6 ji namzetan di televîzyona fermî de propagandaya xwe bikin.
Hejmara hemû namzetên serokatîyê bi giştî 80 ye.
Ji namzetan yên herî xurt Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî, Mistefa Pûrmihemedî û Mesûd Pizîşkiyan e.
Ji van her çaran, bi tenê Pizîşkîyan xeta reformxwaz temsîl dike.
Yên mayî kevneperest in û hişk bi pergala heyî ya îslamî ve girêdayî ne.
Ji bo hilbijartina serokomar pêdivî bi % 50 yê dengan heye.
Eger yek ji namzetan vê rêjeyê bi dest nexe wê tûra duyemîn a hilbijartinê bê lidarxistin.
Di vê tûrê de kîjan ji namzetan herî zêde dengan bigire wê bê hilbijartin.
Di hilbijartinên Îranê de rêjeya beşdarîyê gelek kêm e.
Ji % 48ê hilbijêran tevlî hilbijartinên serokomarîyê yên dawî bûbûn.
—————————————-
Foto: Postereke yek ji namzetên serokatîyê ya li Îranê/X.com
Infowelat