Serokê Bulgaristanê Rumen Radev beşdarîya ji bo civîna NATOyê red kir.
Lîderê bulgar desteka ji bo Ukraynayê wekî sebeba biryara xwe nîşan da.
Di nava NATOyê de mixalefeta li hemberê alîkarîya ji bo Ukraynayê zêde dibe.
Serokê Bulgaristanê Rumen Radev beşdarîya ji bo civîna NATOyê red kir.
Civîna mijara gotinê wê di hezîranê de wekî lûtkeyeke rêxistina leşkerî li Washingtonê bihatana lidarxistin.
Sebeba vê biryara suprîz, ji alîyê ofîsa çapemenîyê ya serokatîya Bulgaristanê wiha hat îzehkirin:
“Serok hin hukmên di çarçoveya posîzyonên dawî de ji alîyê Konseya Wezîran ve hat girtin ku di derbarê teahuda welatê me ya ji bo şerê li Ukraynayê de ye, qebûl nake.”
Berîya vê daxuyanîyê, serokwezîrê Bulgaristanê Dimitar Glavchev diyar kiribû, divê Radev pêşengîya delegasyona bulgar di civîna NATOyê de bike.
Daxuyanîya Radev wekî bersiva ji bo gotinên serokwezîr tê qebûlkirin û lewma jî asta dubendîya di nava hukumet û serokatîya Bulgaristanê de nîşan dide.
Hêjayî gotinê ye, ji nava endamên NATOyê Hûngarya û Slovakya herî zêde li dijî alîkarîya ji bo Ukraynayê helwest nîşan didin.
————————————————–
Foto: Rumen Radev/X.com
Infowelat