Fînland qanûneke li dijî penaberên ji ser Rûsyayê tên welêt, qebûl kir.
Qanûn destûrê dide, Fînland penaberên ji Rûsyayê tên bişîne welatekî din.
Niha fikar ev e, Fînland bi vê qanûnê wê peymanên mafên mirov ên Yekîtîya Ewrûpayê binpê bike.
Fînland duh qanûneke li dijî penaberên ji ser Rûsyayê tên welêt, qebûl kir.
Qanûn destûrê dide, Fînland penaberên ji Rûsyayê tên bişîne welatekî din.
Fînland wê serîlêdana penaberîyê ya kesên bi vî rengî qebûl neke.
Serokwezîrê Fînlandê Petteri Orpo li ser mijarê wiha axivî:
“Ji dawîya salê borî û vir ve Rûsya koçberan wekî alaveke bandora xwe ya hîbrîd bi kar tîne. Rûsya vê yekê li hemberê ewlekarî û sînorên wê dike.”
Niha fikar ev e, Fînland bi vê qanûnê wê peymanên mafên mirov ên Yekîtîya Ewrûpayê binpê bike.
Konvansîyona Ewrûpî ya Mafên Mirovan û Peymana Mafên Sereke yên Yekîtîya Ewrûpayê paşveşandina penaberan an li welatekî sêyemîn vegerandina wan qedexe dike.
Sînorên Fînlandê yên bi Rûsyayê re 1340 km ye û sînor heft meh in ji alîyê Fînlandê ve ji hatûçûnê re hatîye girtin.
Alozîya di navbera her du welatan de bi endamtîya Fînlandê ya NATOyê dest pê kiribû.
Rûsya ji berfirehbûna NATOyê ya ber bi sînorên xwe wekî xetereyeke li hemberê ewlekarîya xwe qebûl dike.
——————————————————-
Foto: Parlamentoya Fînlandê/Malpera parlamentoyê
Infowelat