Brîtanya îro hilbijartina giştî li dar dixe

Brîtanya ji bo hilbijartina giştî ya pêşwext îro diçe ser sindoqan.

Favorîyê hilbijartinê Partîya Karkeran e ku tê texmîn kirin wê ji % 40ê dengan bigire.

Brîtanya ji bo hilbijartina giştî ya pêşwext îro diçe ser sindoqan.

Rapirsî nîşan didin wê Partîya Mihefazakar a serokwezîr Rishi Sunak têkçûneke giran bigire.

Li gorî rapirsîyan, dengên partîya li ser kar li derdora ji % 20 e.

Favorîyê hilbijartinê Partîya Karkeran e ku tê texmîn kirin wê ji % 40ê dengan bigire.

Parlamentoya Brîtanyayê ji 650 kursîyan pêk tê.

Ji bo bidestxistina piranîya Parlamentoya Brîtanyayê pêdîvî bi 326 kursîyan heye.

Eger encamên anketan rast derkevin wê Partîya Karkeran ji 428 kursîyan bi dest bixe.

Ev ê jî sîyaseta Brîtanyayê ya Brexitê û vir ve ser û bin bike.

Partîya Mihefazakar di 2019an de dawî li endamtîya  Brîtanyayê ya ji Yekîtîya Ewrûpayê anîbû.

Herwiha partîyê di qada aborîyê de polîtîkayên neo-lîberal meşandibûn.

Ev jî rastî reaksîyona beşeke mezin a civakê hatibû.

Loma hatina ser kar Partîya Karkeran tê wateya guherîna polîtîkaya aborîyê û Yekîtîya Ewrûpayê.

——————————

Foto: Ala Brîtanyayê 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan: Pêwîstiyek Stratejîk

Avreş JIYAN Li gorî geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn, yekitiya neteweyî ya Kurdan hem …