Li Bolîvyayê hewldana derbeya leşkerî hat astengkirin.
Hêzên rastgir ên Bolîvyayê ji 2020an û vir ve hewl didan hukumeta MASê (Tevgera ber bi Sosyalîzmê ve) hilweşînin.
Welatê Latîn Amerîkayê Bolîvya duh rastî derbeyeke leşkerî hat.
Yekîneyeke artêşê, tevlî çend tankan xwest têkeve ofîsa serokatîyê û parlamentoyê.
Leşkerên parastina her du avahîyan dikirin, di cî de bersivê dan vê hewldanê.
Piştî pênc saetan, derbe hat astengkirin û serfermandarê artêşê general Juan Jose Zuniga hat girtin.
Zuniga di dema girtina xwe de got, “artêş xwestîye demokrasîyê ji nû ve ava bike.”
Serokê Bolîvyayê Luis Arce piştî li ciyê bûyerê axaftinekê kir û ji gel daxwaza parastina hukumetê kir.
Hêzên rastgir ên Bolîvyayê ji 2020an û vir ve hewl didan hukumeta MASê (Tevgera ber bi Sosyalîzmê ve) hilweşînin.
Di 2019an de serokê Bolîvyayê cara sêyemîn di hilbijartinan de bi ser ketibû lê ji ber derbeya leşkerî terka welêt kiribû.
Piştî peywirdarkirina hukumeteke rastgir, di 2020an de hilbijartinên serokatîyê hatibû lidarxistin.

Nûnerê MASê Luis Arce di hilbijartinê de bi ser ketibû û careke din hukumeteke MASê hatibû damezrandin.
Bolîvya tevî çavkanîyên xwe yên binerdî, yek ji welatekî xizan ê Amerîkaya Latîn e.
Bolîvyaya di 1825an de bûye serbixwe heta niha 190 car rastî derbeya leşkerî hatîye.
———————————————
Foto: Mîtînga MASê ya piştî derbeya leşkerî/X.com
Infowelat