Banga parastina sînorên rojhilatê Ewrûpayê

Polonya û her sê welatên Baltik Lîtwanya, Letonya û Estonya banga parastina sînorên rojhilat ên Yekitîya Ewrûpayê kirin.

Sînorên di navbera Yekitîya Ewrûpa, Rûsya û Belarûs 700 km ye û ji bo avakirina vê projeya sînor pêdivî 2,5 milyar euroyî heye.

Bi Şerê Ukraynayê re mîlîtarîzma li Rojhilatê Ewrûpayê bilind dibe.

Pêr Lîtwanya xizmeta leşkerîya ferz derxistibû salekê.

Duh jî Polonya û her sê welatên Baltik Lîtwanya, Letonya û Estonya banga parastina sînorên rojhilat ên Yekitîya Ewrûpayê kirin.

Her çar welat ji bo vê mijarê nameyekê ji serokatîya Yekitîya Ewrûpayê (YE) re şandin.

Di nameyê de ev hat nivîsandin:

“Avakirina binesazîya pergala parastinê ya berûberê sînorên YEyê yên bi Rûsya û Belarûsê re wê bersivê bide pêdivîya lezgîn a ji bo parastina li hemberê gefên leşkerî û yên hîbrîd.”

Herçar welat di nameyê de banga alîkarîya fînansî ya ji bo projeya parastina sînoran kirin.

Sînorên di navbera Yekitîya Ewrûpa, Rûsya û Belarûs 700 km ye û ji bo avakirina vê projeya sînor pêdivî 2,5 milyar euroyî heye.

Welatên navborî pêşnîyazê dikin projeya parastinê bi rêya kordînasyona NATOyê bê pêkanîn.

————————————————-

Foto: Dpsu.gov.ua

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa di 2024an de du qat germ bû

Sazîyên meteorolojîyê li ser guherîna avhewayê raporek amade kirin. Raporê tespît kir ku li parzemîna …