Meloni: Rêveberîya Ewrûpayê olîgarşî ye

Serokwezîra Îtalyayê Meloni konsensûsa ji bo lîdêrên nû yên Yekîtîya Ewrûpayê rexne kir.

Melonî got, rêbaza diyarkirina peywiran rastîya heyî temsîl nake.

Hilbijartina lîderên nû li Ewrûpayê rastî reaksîyonan tê.

Bi taybetî, rasta radîkal a Giorgia Meloni jê re pêşengtiyê dike, dengê xwe bilind dike.

Serokwezîra Îtalyayê Meloni duh du axaftina xwe ya parlamentoyê de konsensûsa ji bo lîdêrên nû rexne kir.

Melonî got, rêbaza diyarkirina peywiran rastîya heyî temsîl nake û van gotinan kirin:

“Hin kes dibêjin welatî ne baqil in ku biryarên xwe bidin û olîgarşî tekane forma demokrasîyê ye. Lê ez vê fikrê qebûl nakim.”

Di 27ê hezîranê de lîderên Fransa, Almanya, Îspanya, Hollanda û Polonyayê ji bo kesên wê ji bo pozîsyonên bilind ên Yekîtîya Ewrûpayê bên hilbijartin li hev kiribûn.

Li gorî lihevkirinê, Ursula von der Leyen careke din dibe seroka Komîsyona Ewrûpayê, serokê Portugalê Antonio Costa dibe serokê Konseya Ewrûpayê û serokwezîra Estonyayê Kaja Kallas dibe şefa dîplomasîya Yekitîya Ewrûpayê.

Lîdera Îtalyayê Giorgia Meloni dixwaze sîyaseta rasta radîkal ku di hilbijartinên dawî de hêza xwe zêde kir, tevlî proseya dîyarkirina lîderên Yekîtîya Ewrûpayê bibe.

——————————————————

Foto: Giorgia Meloni/X.com

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Meqamê lîdertîya Vatîkanê vala ye

A.Rahman Çelîk Mirina Papa Francis xemgînî da cîhana katolîkan. Lîderên gelek welatan û gelek kesên …