Polîtîka

Ev kategorî derbarê polîtîkaya neteweyî û navneteweyî de ye.

Colanî wekî serokê Sûrîyeyê hat ragihandin

Mihemed Colaniyê îslamîst wekî serokê nû yê Sûriyeyû hat ragihandin. Serokê HTŞê Colanî ji meha Kanûnê ve bi awayê de fakto serokatiya Şamê dikir. Serokê HTŞê Mihemed Colaniyê ku piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed  rêveberiya Şamê bi dest xistibû, xwe wekî serokê Sûriyê ragihand. Ji bo hilbijartina serokê welêt duh …

Bêtir »

“Serdema zêrîn a Trump” û fikarên cîhanê

 A.Rahman Çelîk Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump di destpêka deshilata xwe de hin peyam dan cîhanê. Trump biryarên ji qada enerjiyê heta gelemşeya koçberiyê, ji îstihdamê heta qadên teknolojiyê bi lez xistin meriyetê. Serokê Amerîkayê Donald Trump di destpêka wezîfeya xwe de ragihand ku “serdema zêrîn a Amerîkayê” dest …

Bêtir »

Serhildan bû sebeba îstifaya serokwezîr

Serhildana gel a li Sirbistanê bû sebeba îstifaya serokwezîr. Lîderê welêt Vucic biryara hilbijartinên pêşwext da. Rapirsî nîşan didin, zêdetirî ji % 60 ji sîstema sîyasî nerazîne. Serhildana sivîl a li Sirbistanê serkeftinê bi xwe re anî. Serokwezîrê welêt Milos Vucevic ji karê xwe îstifa kir. Vucevic demeke dirêj hewl …

Bêtir »

Ambargoyên nû yên li hember rejîma Lukaşenko

Yekîtîya Ewrûpa, Brîtanya û Kanada biryara ambargoyên li hemberê Belarusê dan. Di 26ê kanûna paşîn de hilbijartinên serokatîyê li Belarusê hatibûn lidarxistin. Lîderê li ser kar Alexander Lukaşenko bi rêjeya ji % 87ê dengan serkeftî hatibû ragihandin. Hilbijartinên ne demokratîk ên Belarusê careke din bû sebeba ambargoyên navneteweyî. Yekîtîya Ewrûpa, …

Bêtir »

Agirbestên Libnan û Xezayê bi zehmetî didomin

A.Rahman Çelîk Agirbesta li Rojhilata Navîn li gel hemû arîşeyan dewam dike. Li pêyî şerê 15 mehan, filîstîniyên ji ciyûwarên xwe bûne derbasî aliyê bakur dibin. Libnanê agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbullahê de heta 18yê sibatê dirêj kir. Îsraîlê jî astengiyên li ser rêya vegera sivîlên libnanî sivik kir. …

Bêtir »

Trump ji bo şerê Ukraynayê OPECê sûcdar kir

Donald Trump bi vîdyoyê tevlî Forûma Aborîyê ya Cîhanê bû. Serokê amerîkî welatên petrole hildiberînin bi berpirsîya berdewambûna şerê Ukraynayê sûcdar kir. Trump kengî û li ku derê biaxive, rasterast rojevê dîyar dike. Serokê nû yê Amerîkayê duh bi rêya vîdyoyê tevlî Forûma Aborîyê ya Cîhanê bû. Trump di axaftina …

Bêtir »

Gustavo Petro ji Venezuelayê alîkarî xwest

Kolombîya dixwaze ji bo bidawîkirina alozîya li ser sînor bi Venezuelayê re bixebite. Serokê Kolombîyayê bi vê armancê ji Nicolas Maduro alîkarîyê xwest. Armanca hikumeta Petro ev e, planeke hevpar li hemberê komên çekdar amade bikin. Kolombîya ji bo dawî li şîdeta li nava sînorên xwe bîne, ji Venezuelayê alîkarî …

Bêtir »

Fransa ji bo DAIŞa Xorasanê tedbîran digire

A.Rahman Çelîk DAIŞ xwe di nava penaberên li Fransayê de zindî dike. Çavkanîyên ewlekarîyê radigihînin Fransa li hember DAIŞa Xorasanê tedbîran digire. Fransayê bal kişand ser xetereya rêxistina DAÎŞa Xorasanê. Midîreya Giştî ya Ewlekariya Navxweyî ya Fransayê Celine Berthonê derbarê mijarê de axivî. Celine Berthonê di hevpeyvîna xwe ya di …

Bêtir »

Trump leşkeran dişîne sînorên Meksîkayê

Trump bi biryarnameyekê li ser sînorên bi Meksîkayê re rewşa awarte ragihand. Yekîneyên Artêşa Amerîkayê bi armanca pêşîgirtina pêla koçberîyê li ser sînor tên bicîkirin. Meksîka got, wê herdem serdestî û serxwebûna xwe biparêzin. Donald Trump polîtîkaya asayî ya ji bo cîranên xwe diguherîne. Lîderê Amerîkayê di roja ewil de …

Bêtir »