Belçîka piştî 8 mehan bû xwedî hikumeta koalîsyonê ya federal.
Bart De Weverê lîderê netewperestîya flaman bû serokwezîrê Belçîkayê.
Bernameya hikumetê ji tedbîrên hişk pêk tên ku wê herî zêde zirarê bide xizanên welêt.
Belçîka piştî 229 rojan bû xwedî hikumeta xwe ya federal.
Di encama hevdîtinên dijwar de, hikumeta ji pênc partîyan pêk dihat, hat damezrandin.
Partîyên di hikumetê de cî digirin ev in: Tifaqa Nû ya Flaman (NVA), Tevgera Reformîst (MR), Les Engagés, Xrîstîyanên Demokrat ên Flaman (CD &V) û Vooruit.
Ji ber pirengîya wê, hikumet bi referanseke ji ala Arîzonayê, wekî koalisyona Arîzonayê tê binavkirin.
Hikumeta nû ji 15 wezîran pêk tê ku nîvê wan fransî yên din holandîaxêf in.
Bart De Weverê serokê NV-Ayê bû serokwezîrê Belçîkayê.
Bi vê encamê, cara ewil neteweperestekî flaman dibe serokwezîrê Belçîkayê.
Hikumeta nû bernameya xwe ya ji 220 rûpelan pêk dihat eşkere kir.
Di bernameyê de tedbîrên hişk ên aborîyê cî digirin ku wê herî zêde zirarê bide xizanên welêt.
Sebeba vê ev e, Vooruita sosyalîst ne tê de, hikumeta nû ji partîyên rastgir pêk tê.
Yek ji sebeba giranbûna tedbîran israra lîderê flaman Bart De Wever e.
Wever ji bo kêmkirina kêmbûna butçeya Belçîkayê daxe ji % 3, dixwaze 23 mîlyar Euro lêçûyînan kêm bike.

Bernameya hikumeta Belçîkayê
- Sînorên meaşê bêkarîyê wê 2 sal be. Heta niha kesên bêkar dikaribûn heta hetayê meaş bigirin.
- Mesrefên dewletê tên bisînorkirin. Avantaj û meaşê teqawidê yên xebatkarên karên bilind ên dewletê tên kêmkirin.
- Kralê Belçîkayê wê ji 2029an û pê ve 2 milyon Euro kêm ji xizneyê bigire.
- Senatoya Belçîkayê ji ber sebebêbn aborîyê wê di nava demê de ji hev bê belavkirin.
- Dahata xebatkarên dewletê salane wê ji % 2 bên kêmkirin.
- Penaxwaz wê bi tenê bikaribin di kampan de bimînin û wê pereye heftane yên ji bo wan bê qutkirin.
- Eger penaxwaz ihtiraza biryarên derbarê xwe de bikin wê ji kampan bên derxistin.
- Telefon û kompîturên penaxwazan wê bên kontrolkirin.
- Penaxwaz encax 5 sal piştî mafê iqametê wê bikaribin meaşê bêkarîyê bigirin.
- Armanceke hikumetê bi qasî 1.6 milyar Euro kêmkirina mesrefa ji bo penaxwazan e.
Infowelat
———————————————–
Foto: Ala Belçîkayê