Serhildana gel a li Sirbistanê bû sebeba îstifaya serokwezîr.
Lîderê welêt Vucic biryara hilbijartinên pêşwext da.
Rapirsî nîşan didin, zêdetirî ji % 60 ji sîstema sîyasî nerazîne.
Serhildana sivîl a li Sirbistanê serkeftinê bi xwe re anî.
Serokwezîrê welêt Milos Vucevic ji karê xwe îstifa kir.
Vucevic demeke dirêj hewl dabû serhildanê bitepisîne.
Piştî îstifayê, Serokê Sirbistanê Aleksandar Vucic xebera hilbijartina pêşwext da.
Vucic pêşnîyaza mixalefetê ya ji bo avakirina hikumeteke veguhêz red kir.
Vucevic û Vucic endamên Partîya Pêşketinxwaz a Sirbistanê ne.
Loma îstifa û hilbijartinên pêşwext hêvîyeke dorsînor a guherîna sîyasî bi xwe re tîne.
Proseya bû sebeba îstîfaya serokwezîr bi bûyera li bajarê Novi Sadê dest pê kiribû.
Di çirîya pêşin de hesinbaneke li îstesyona trênê ya li vî bajarî hilweşîya bû û di bûyerê de 15 kes jîyana xwe ji dest dabûn.
Hêrsa li hember sîstema gendel
Bi dûv bûyerê re, li hemberê sîstema gendel a sîyasî protestoyên girseyî dest pê kiribûn.
Xwepêşandan li paytext Belgdarê bi danîna barîkatan veguherîbû serhildanekê.
Rapirsî nîşan didin, zêdetirî ji % 60 gel destekê didin serhildanê.
Sirbistana di bin rêveberîya Vucic de hem bi welatên Rojava re hem jî bi Rûsya û Çînê re xwedî têkiliyên xurt in.
Belgrad bi vê polîtîkayê dixwaze ji pêşbirka jeopolîtîk a her du bloqên cîhanê sûd werbigire.
Infowelat
—————————–
Foto: Serokwezîrê Sirbistanê Milos Vucevic