Welatên ereb naxwazin Xeza bê valakirin

5 welatên dijî planê Donald Trump a derxistina filîstîniyan a ji Xezayê derketin.

Urdin, Misir, Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratên Ereb ji bo vê mijarê nameyekê ji DYAyê re şandin.

5 welatên ereb li dijî plana serokê Amerîkayê Donald Trump a valakirina Xezayê derketin.

Wezîrên Karên Derve yên Urdin, Misir, Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratên Ereb û rayedarekî payebilind ê Filîstînê nameyeke hevpar ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re şandin.

Di nameye tê gotin, “Divê avakirina Xezayê bi beşdariya Xezayiyan bê kirin.”

Nameyê weha dewam kir: “Filîstînî divê li ser axa xwe bijîn û dema ji nû ve avakirinê ew jî hebin. Divê ew bi piştevaniya civaka navneteweyî bikaribin ciyûwarên xwe ava bikin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî hat ser kar, di 25ê kanûna paşîn de pêşniyar kir ku bila Xezayî biçin Urdin û Misirê.

Misir û Urdun reaksiyon nîşan dabûn û ragihandibûn, ew ê vê pêşnîyaza Trump qebûl nekin.

Infowelat

——————————————

Foto: Wargeheke Xezayîyên terka cîûwarê xwe kirine/X

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Dadgeha Gelan Tirkîyeyê sûcdar dît

Dadgeha Gelan li Brukselê biryar da: Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Sûriyeyê yên bêyî …