A.Rahman Çelîk
DAIŞ xwe di nava penaberên li Fransayê de zindî dike.
Çavkanîyên ewlekarîyê radigihînin Fransa li hember DAIŞa Xorasanê tedbîran digire.
Fransayê bal kişand ser xetereya rêxistina DAÎŞa Xorasanê.
Midîreya Giştî ya Ewlekariya Navxweyî ya Fransayê Celine Berthonê derbarê mijarê de axivî.
Celine Berthonê di hevpeyvîna xwe ya di Le Pointê.de diyar kir, wan vê rêxistina çeteyan kirine hedefa xwe ya sereke.
Berthonê li ser DAÎŞ’a Xorasanê got:

“Vê rêxistina ku navenda wê li Afganistan û Pakîstanê ye, ji Asyaya Navîn û Kafkasyayê xwe bera nav Ewrûpayê daye û hin ji wan ketine nav koçberên Fransayê û wan li gorî armancên xwe dixin hereketê.”
Celine Berthonê pêşdeçûna DAÎŞê ya li herêma Sahel û Afrîkayê jî bi bîr anî gotinê anî ser Sûriyê:
“Xetere dewam dike. Li Sûriyeyê hîn jî piştevaniya DAÎŞ’ê tê kirin.”
Tirkîye rêxistinê dihewîne
Hêjayî bibîrxîstinê ye, Tirkîye li hember Rojava bi salane destekê dide vê rêxistinê.
Tirkîye di vê çarçoveyê de piştevaniya DAÎŞa Xorasanê jî dike.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm di roportajekê de têkîliya dewleta Tirk û DAÎŞ’ê weha eşkere kiribû, gotibû:
“DAÎŞiyên hatine Rojava, piraniya wan ji welatên wekî Tacikistan, Kazakistan û Afganistanê ne. Ji vê yekê diyar e ku li Asyaya Navîn planên dewleta tirk hene, dixwazin li van herêman tevliheviyê pêk bînin.”
Dewleta tirk di êrîşên li ser Bendava Tişrînê jî van çeteyan bi kar tîne.
Infowelat
——————————————
Foto: Ala Fransayê