Mihemed Colaniyê îslamîst wekî serokê nû yê Sûriyeyû hat ragihandin.
Serokê HTŞê Colanî ji meha Kanûnê ve bi awayê de fakto serokatiya Şamê dikir.
Serokê HTŞê Mihemed Colaniyê ku piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed rêveberiya Şamê bi dest xistibû, xwe wekî serokê Sûriyê ragihand.
Ji bo hilbijartina serokê welêt duh di navbera lîderên komên HTŞê de civîn li dar ket.
Ajansa fermî SANAyê ragihand, bi beşdariya Mihemed Colanî, Wezîrê Karên Derve Hesen Şeybanî û lîderên komên leşkerî “Konferansa Serkeftinê” hatiye lidarxistin.
Biryar ji aliyê berdevkê leşkerî ve hat ragihandin.
Berdevk got: “Ji niha û pê de Mûhemmed Colanî wê di platformên navneteweyî de Sûriyê temsîl bike.”
Li gorî berdevk destnîşan kir, di civînê de qanûna bingehîn a sala 2012’yan hatiye betalkirin.
Herwiha, bi heman biryarê parlamento, artêş û yekîneyên girêdayî hikûmeta Beşar Esed jî ji hev hat belav kirin.
Colanî ji meha kanûna pêşîn û vir ve bi awayê de fakto serokatiya dewletê dikir.
Tevî ku statuya lîderê cîhadîst hîna fermî nebibû jî, nûnerên gelek welatên cîhanê çûbûn serdana wî.
Infowelat
—————————————–
Foto: Mihemed Colanî