Putin: Zelensky ne muxatabê min e

Putin got Zelensky ne serokekî “meşrû”ye û ne muxatabê wî ye.

Zelensky  bersiv da û got, Putin ji hevdîtinên aştîyê “ditirse.”

Di meseleya bidawîkirina Şerê Ukraynayê de ji Rusyayê peyameke hişk hat.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got, Zelensky ne muxatabê wî ye.

Zelensky di cî de bersiv da vê helwestê û got, Putin ji hevdîtinên aştîyê “ditirse.”

Lîderê rûs Putin, sebeba redkirina Zelensky bi meşrûîyeta polîtîk ve girê da.

Şefê rêveberîya Moskowê got, ji destpêka şer û heta niha li Ukraynayê hilbijartin nehatine lidarxistin û loma jî Zelensky serokekî ne “meşrû” ye.

Bi daxuyanîya Putin hêvîya muzakereyên aştîyê hinek jî kêm bû.

Pozîsyona Amerîkayê

Serokê nû yê Amerîkayê Trump ji mêj ve ye dibêje, ew ê şerê li Ukraynayê bi dawî bike.

Ev jî hêvîya bidawîkirina şer zindî kiribû û pozîsyona Ukraynayê ya hişk nerm kiribû.

Lebelê Trumpê tu carî dijberîya Putin nedikir di demên dawî de rexneyên giran li Putin kiribû.

Niha jî tê ragihandin, Washington dixwaze dixwaze zextên li dijî Rûsyayê zêdetir bike.

Rojnameya The Guardianê îdîa kir, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bi şefa dîplomasîya Yekitîya Ewrûpayê Kaja Kallas re axivî ye û jê xwestîye “zexta maksîmûm a li dijî Moskowê” bê dokmandin.

Infowelat

———————————

Foto: Zelenky û Putin

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …