Fransa bi tevahî ji herêma Sahelê ya li bakurê Afrîkayê vekişîya.
Parîsê baregeha xwe ya dawî radestî rêveberîya Çadê kir.
Fransa baregeha xwe ya dawî ya li Çadê radestî vî welatî kir.
Bi vekişîna ji baregeha Abecheyê, hebûna Fransa li herêma Sahelê dawî bû.
Rêveberîya Çadê ji Fransayê daxwaz kiribû, heta 31ê kanûna paşîn ji welêt vekişe.
Serokê Çadê Îdris Debî Itno gotibû “ji ber rastîyên polîtîk û jeostratejîk” peymanên hevkarîyê yên bi Fransayê re bêwate bûne.
Çad wekî gelek welatên li bakurê Afrîkayê kolonîyeke Fransayê bû.
Tevî ku Çad di 1960an de serxwebûna xwe bi destxist, hebûna leşkerî ya Fransayê li welêt berdewam kir. Burkîna Faso û Nijerê jî vekişîya bû.
Li her sê welatan derbeyên leşkerî pêk hatibûn û rêveberîyên nû hevkarîya xwe ya bi Fransayê re bi dawî kiribûn.
Bi dûv vê re, Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li welatên navborî xurt kiribû.
5,000 leşkerên fransî
Fransa heta niha bi barehegên xwe yên li Sahelê li dijî rêxistinên îslamî şer dikir.
Di 2022an de hebûna hêzên fransî gihîştibû 5.000î.
Welatên dawî yên Afrîkayê yên hêzên Fransî li wir hene Senegal û Çîbûtî ne.
Senegalê jî ji bo fransî di 2025an de vekişin bi Parîsê re muzakereyan dike.
Infowelat
—————————————
Foto: Panzereke Artêşa Fransayê ya li Sahelê