Gustavo Petro ji Venezuelayê alîkarî xwest

Kolombîya dixwaze ji bo bidawîkirina alozîya li ser sînor bi Venezuelayê re bixebite.

Serokê Kolombîyayê bi vê armancê ji Nicolas Maduro alîkarîyê xwest.

Armanca hikumeta Petro ev e, planeke hevpar li hemberê komên çekdar amade bikin.

Kolombîya ji bo dawî li şîdeta li nava sînorên xwe bîne, ji Venezuelayê alîkarî dixwaze.

Serokê Kolombîyayê Gustavo Petro got, ji bo hevkarîya li hember komên çekdar ew bi serokê welatê cîran Nicolas Maduro re di nava têkilîyê de ye.

Armanca hikumeta Petro ev e, planeke hevpar li hemberê komên çekdar amade bikin.

Kolombîya û Venezuela du welatên cîran in ku demeke dirêj e li hev nakin.

Kolombîya hikumeta Caracasê bi desteka ji bo rêxistinên çekdar ên li nava welêt sûcdar dike.

Herwiha, Kolombîya tevlî Amerîka û welatên li herêmê encamên hilbijartina serokatîyê ya li Venezuelayê nas nake.

Tevlî vê paşxaneya negatîf jî ku Venezula destên alîkarîyê dirêjî cîranê xwe bike,  alozîya li ser sînor dikare herdu welatan nêzîkî hev bike.

Li alîyekî din, serokê Kolombîyayê ragihand ew ê li dijî Artêşa Rizgarîya Neteweyî (ELN) dest bi êrişeke mezin bikin.

Ji bo operasyonê hejmara leşkerên li herêmê hatin zêdekirin.

Bazirganîya kokaînê

Hefteya borî li herêma Catatumbo di navbera gerîlayên ELN û Hêza Çekdar û Şoreşger a Kolombiyayê (FARC) û de pevçûnên dijwar rû dabûn.

Di encama pevçûnan de 80 kes hatibûn kuştin û 40,000 kes terka herêmê kiribûn.

Catatumbo herêmeke çîyayî ya li ser sînorên Kolombîya-Venezuelayê ye.

Herêmê navenda hilberîna kokaînê ye û piranîya kokaîna diçe ji Amerîka û Ewrûpayê ji Catatumboyê tê şandin.

Infowelat

——————————————–

Foto: Gustavo Petro/Telesur 

Gerîlayên Kolombîyayê şerê hev dikin

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Greenland hilbijartineke krîtîk li dar dixe

Parlamentoya Greenlandê biryar da, di 11ê adarê de hilbijartin bên lidarxistin. Wisa xuya dike, wê …