Agirbestên Libnan û Xezayê bi zehmetî didomin

A.Rahman Çelîk

Agirbesta li Rojhilata Navîn li gel hemû arîşeyan dewam dike.

Li pêyî şerê 15 mehan, filîstîniyên ji ciyûwarên xwe bûne derbasî aliyê bakur dibin.

Libnanê agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbullahê de heta 18yê sibatê dirêj kir.

Îsraîlê jî astengiyên li ser rêya vegera sivîlên libnanî sivik kir.

Agirbesta li Rojhilata Navîn li gel hemû arîşeyan dewam dike.

Agirbesta di navbera Îsraîl û Hizbullahê de hat dirêjkirin.

Îsraîl heta niha leşkerên xwe ji Libnanê venekişandine û car caran êrişên xwe didomîne.

Di êrîşên duh de 22 libnanî hatibûn kuştin.

Tevî vê jî, hikûmeta Libnanê biryar day agirbestê heta 18yê sibatê dirêj bike.

Agirbesta Xezayê

Agirbesta Xezayê jî bi tawanbariyên beramber, bi zehmetî bi rê ve diçe.

Hem Îsraîl û hem jî Hamas sûcdariya binpêkirina agirbestê li hevdu dikin.

Îsraîlê duh lîsteya neweşandina listeya rehîneyan sebeb nîşan dabû û nuqteyên derbasbûnê girtibûn.

Loma bi deh hezaran filîstîniyên vedigeriyan malên xwe yên li bakurê Xezayê, li ser rêyan asê man.

Piştî hêsîrên di destên Hamasê û girtiyên di girtîgehên Îsraîlê de bi hev re hatibûn guhertin, filîstîniyên ji ciyûwarên xwe bibûn ketibûn rêya vegerê.

Li dû vê astengê, Hamasê jî daxuyanî da û Îsraîl bi derengxistina agirbestê ve sûcdar kir.

Tevî tawanbariyê beramber, Îsraîlê astengiya li pêşiya filîstîniyan sist kir.

Li pêyî şerê 15 mehan, filîstîniyên ji ciyûwarên xwe bûne destpê kirin, derbasî aliyê bakur bibin.

Foto: Komeke niştecîyên vedigerin başûrê Libnanê/Medyaya Civakî 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …