Ambargoyên nû yên li hember rejîma Lukaşenko

Yekîtîya Ewrûpa, Brîtanya û Kanada biryara ambargoyên li hemberê Belarusê dan.

Di 26ê kanûna paşîn de hilbijartinên serokatîyê li Belarusê hatibûn lidarxistin.

Lîderê li ser kar Alexander Lukaşenko bi rêjeya ji % 87ê dengan serkeftî hatibû ragihandin.

Hilbijartinên ne demokratîk ên Belarusê careke din bû sebeba ambargoyên navneteweyî.

Yekîtîya Ewrûpa, Brîtanya û Kanada biryara dan ambargoyên din ragihandin.

Şefa dîplomasîya Yekitîya Ewrûpayê Kaja Kallas tevlî Komîserê Berfirehbûnê Marta Kos li ser mijarê daxuyanîyekê dan.

Di daxuyanîyê de sebeba ambargoyê wiha hati îzehkirin:

“Îro hilbijartinên sexte yên li Belarusê ne azad bûn ne jî adil bûn. Mafê gotinê yê gelê Belarusê heye ku kî bila welêt bi rê ve bibe. Zextên bênavber ku emsalên wan tune ne yên li ser mafên mirov, bisînorkirina beşdarîya polîtîk û berdestbarîya medyaya serbixwe ya li Belarusê proseya hilbijartinê û meşrûîyetê asteng kir.”

Ji bo ambargo têkeve merîyetê divê ji alîyê 27 endamên YEyê bên erêkirin.

Kanada û Brîtanya

Rojekê piştî YEyê vê carê Brîtanya û Kanada biryara ambargoyeke kordînekirî dan.

Her du welat dîyar kirin, şeş rayedarên Belarusê û sê şîrketên parastinê xistin lîsteya ambargoyê.

Di 26ê kanûna paşîn de hilbijartinên serokatîyê li Belarusê hatibûn lidarxistin.

Lîderê li ser kar Alexander Lukaşenko bi rêjeya ji % 87ê dengan serkeftî hatibû ragihandin.

Bi vê encamê, Lukaşenkoyê ev 30 sal in li ser kar e wê ji bo cara 7. bibe serokê Belarusê.

Infowelat

—————————————-

Foto: Kaja Kallas.

Bi hilbijartinê dîktatorîya xwe didomîne

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …