Amerîkayê di şerê bazirganîyê yê bi Kanada û Meksîkayê re paş ve gav avêt.
Biryarên zêdekirina tarîfeyan heta 30 rojan hat taloqkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di meseleya zêdekirina tarîfeyan de paş de gav avêt.
Washingtonê ragihand, biryara zêdekirina tarîfeyan heta mehekê hatîye sekinandin.
Berîya vê, Kanada û Meksîka soza zêdekirina kontrola li ser sînorên Amerîkayê dan.
Amerîkayê trafîka madeyên hişbir û koçberîya kaçax sebeba zêdekirina tarîfeyên li hemberê her du welatan dabû.
Çima Amerîka biryarê taloq kir?
Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau di parvekirineke xwe de got, wê li madeyê hişbir fentanîlê tedbîran bigire û komên meksîkî yên bazirganîya madeyên hişbir dikin wekî terorîst pênase bike.
Trudeau da zanîn, “Hêza Operasyonê ya Hevkar a Kanada-DYA”yê wê têkoşîna li dijî fenatanîê, sûcên birêxistinkirî û spîkirina pereyan bimeşîne.
Meksîka jî radigand, wê 10,000 Parazvanên Neteweyî ji bo pêşîgirtina “çekên pêşketî yên Amerîkayê yên dikevin Meksîkayê” bişînin ser sînor.
Biryara tedbîrên Kanada û Meksîka ragihandibûn DYAyê dilxweş kir û bû sebeb Trumop Biryarnameyên Îdarî yên tarîfeyan heta 30 rojan bide sekinandin.
Biryarên Îdarî yên 1ê sibatê
Serokê Amerîkayê Trump di 1ê sibatê de tarîfeyên li hemberê berhemên Kanada, Meksîka û Çînê % 25 zêde kiribû.
Bi biryareke din, Trump tarîfeya % 10ê li hemberê berhemên Çînê xistibû merîyetê.
Hersê welatên li hemberê van biryaran paş ve gav navêtibûn û wan jî tarîfeyên bi heman rêjeyî li hemberê berhemên Amerîkayê xistibûn merîyetê.
Infowelat
———————————————
Foto: