Bi hilbijartinê dîktatorîya xwe didomîne

Alexander Lukaşenko bi hilbijartinê dîktatorîya xwe sexlemtir dike.

Lukaşenkoyê hevalê Putin e careke din xwe di hilbijarta serokatîyê de serkeftî ragihand.

Lîderê Belarûsê 30 sal in bê navber li ser kar e.

Belarûs hilbijartineke din ku encamên wê nîqaşbar in, li dûv xwe hişt.

Serokê li ser kar Alexander Lukaşenko careke din hat hilbijartin.

Hat ragihandin, Lukaşenko ji % 87ê dengan wergirtîye.

Bi vê encamê, Lukaşenko ev dibe cara 7. dibe serokê Belarûsê.

Alexander Lukaşenko 30 sal in bê navber erka rêvebirina welêt di destên xwe de digire.

Hilbijartina ne demokratîk

Heft kesên namzetîya xwe ragihandibûn, mixalifên Lukaşenko bûn.

Ev jî bû derbeyekê li hember bawerîya bi hilbijartinê.

Loma piranîya li welatên Rojava encamên hilbijartinê qebûl nakin.

DYA, Yekitîya Ewrûpayê û Brîtanya ragihandin, hilbijartin ne di şert û mercên adil de hatiye lidarxistin.

Alozîya 2020an

Meseleya bawerîya bi hilbijartinan cara ewil di 2020an de hatibû rojevê.

Tevlî mixalefeta mezin a li hember rêveberîyê, Lukaşenko di hilbijartinê de serkeftî hatibû ragihandin.

Mixalefetê û welatên Rojava vê qebûl nekiribûn û li Belarusê serhildaneke sivîl pêk hatibû.

Serhildan ji alîyê hikumetê hatibû tepisandin û bi hezaran kes hatibû girtin.

Tê ragihandin, di dema zilma sîyasî de di navbera 200-500 hezar kes terka Belarûsê kirin.

Infowelat

—————————————-

Foto: Alexander Lukaşenko/X

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …