Çekdarên rêxistina M23 bi piştevanîya Artêşa Rûandayê dikin bajarê Gomayê dagir bikin.
Bi armanca çareserîya alozîyê, îro serokê Kongoyê Felix Tshisekedi bi hemkarê xwe yê Rûandayê Paul Kagame re hevdîtinekê bike.
Navê wê Komara Demokratîk a Kongoyê ye lê li ser axa vî welatî her dem şer û alozî kêm nabe.
Kongoya ku yek ji welatê herî mezin ê cîhanê ye, dike nake nikare aramîya xwe pêk bîne.
Bi salane navenda alozîyê eyaleta Bakurê Kivu ye ku li rojhilatê welêt e.
Çekdarên rêxistina M23 bi piştevanîya Artêşa Rûandayê dikin bajarê Gomayê dagir bikin.
Gomaya nifûsa wê nêzîkî 2 mîlyon e, bajarê herî mezin ê li herêmê ye.
Êrişên komên çekdar dibe sebeba krîzeke humanîter.
NY radigîne, nêziki nîv milyon kes terka Gomayê kirine.
Hewldanên ji bo navbeynkarîyê ya sazîyên navneteweyî ê welatên herêmê heta niha bi ser ketin.
Hat ragihandin, di 29ê kanûna paşîn de wê serokê Kongoyê Felix Tshisekedi bi hemkarê xwe yê Rûandayê Paul Kagame re hevdîtinekê bike.
Sebeba alozîya Bakurê Kivuyê

Sebeba alozîya li vê herêmê hebûna çavkanîyên zengîn ên binerdê ne.
Rûanda bi rêya M23 dixwaze li ser bikaranîna van çavkanîyan bibe xwedî gotin.
Alozîya li North Kivuyê ji sala 2012an û vir ve berdewam dike.
Komên çekdar bi desteka Rûandayê di vê salê de Gomayê dagir kiribûn.
Paşê, bi êrişeke hêzên kongoyî bajêr hatibû rizgarkirin.
—————————————–
Infowelat
Foto: Leşkerên kongeyî yên balafirgeha Gomayê diparêzin