“Serdema zêrîn a Trump” û fikarên cîhanê

 A.Rahman Çelîk

Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump di destpêka deshilata xwe de hin peyam dan cîhanê.

Trump biryarên ji qada enerjiyê heta gelemşeya koçberiyê, ji îstihdamê heta qadên teknolojiyê bi lez xistin meriyetê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di destpêka wezîfeya xwe de ragihand ku “serdema zêrîn a Amerîkayê” dest pê kiriye.

Ji bo vê yekê jî planên xwe yên ji qadên enerjiyê heta gelemşeya koçberiyê, ji îstihdamê heta qadên teknolojiyê bi lez xistin meriyetê.

Donald Trump ji dema kampanyayên hilbijartinê û vir ve Çîn û hin welatên mutefîk ên Yekîtiya Ewrûpayê xistine hedefa xwe, dibêje wê tarîfeyên gumrigê yên bazirganiyê dayînin pêşiya wan.

Serokê Amerîkayê ji bo şerên Ukraynayê û Rojhilata Navîn jî di nava hewildanan de ye.

Bes beriya were ser wezîfeyê, gotinên wî li qada navneteweyî de bû sebeba fikaran.

Gefa bikaranîna hêzê

Ji tevlîkirina Kanadayê ya Amerîkayê, kontrolkirina Kanala Panama û Gronlandê heta Bendera Meksîkayê qala gelek hemleyan kir.

Ev jî nîşan dide, Donald Trump nîşan dide ku ji bo bajariyên mezin rê vedike, wê balansa cîhanê bileqîne.

Çîna ku wekî reqîba herî mezin tê hesibandin, di serê lîsteya rojeva Donald Trump de ci digire.

Serokê Amerîkayê him Çînê û him jî Yekîtiya Ewrûpayê bi bacên bilind gumrigê ên tehdît dikin.

Di serdema nû de, xuya ye ku Amerîka wê di têkîliyên xwe de reqabeteke mezin çê bike.

Ewrûpa hişyar dike

Donald Trump dema konferansa Davosê ya Forûma Aboriyê gotibû wê Amerîkayê careke din bike “hêza super a hilberînê”.

Bes rexne henek û vê hemleya Donald Trump wê înflasyona Amerîkayê bilindtir bike.

Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyenê jî di heman konferansê de peyamên krîtîk dan û tespîta ku reqabet wê bi tundî bê kirin par ve kir.

Leyen, bêyî ku navê Donald Trump bi lêv bike, hişyarî da rêveberiya Washingtonê û got lazim e ji berebaziyeke bi vî rengî ya ku wê herkesan bikişîne binî, xwe dûr bigirin.

Li gel vê, serokê Amerîkayê wekî ku li Davosê gotinên xwe dûbare kir û got eger Ewrûpa gaz û petrolê ji Amerîkayê nekire wê rastî bacên gumrigê yên giran werin.

Eger vê yekê pêk were, aboriya Yekîtiya Ewrûpayê wê bi qeyranên nû ve rû bi rû bimîne.

Mesrefên leşkerî

Mijareke din a Donald Trump, butçeya NATO’yê ye.

Di halê hazir de, hedefa ji sedî 2’yê butçeyê ya ji welatên endam tê xwestin, dixwaze derxe rêjeya ji sedî 5.

Gelek welatên endam tevî ku nikarin pêdiviya vê rêjeya heyî ya ji sedî 2 bidin, wê li hemberî rêjeya nû gelekî bitengijin.

Donald Trump welatên Ewrûpayê yên ku nikarin para xwe bidin, bi hedefkirina Rûsyayê ve tehdît dike.

Rîskên ji bo Tirkîyeyê

Serdema nû ya Donald Trump ji bo Tirkiyê jî rîskan çê dike.

Gavên di mijarên şerên Ukrayna û Rojhilata Navîn de bên avêtin û têkîliya bi Ewrûpayê re wê bandorê li ser dewleta Tirk jî bike.

Têkîliyên dewleta tirk ên bi Hamas û komên Îslamî yên li Sûriyê li Washingtonê xweş nayên dîtin.

Tê zanîn ku vê yekê aciziyê dide hin kesên di kabîneya Donald Trump de.

Vê yekê jî wekî ku dewleta tirk di brokrasiya bi Amerîkayê ve wê gelek zehmetiyan bikişîne.

Foto: Donald Trumpê ku biryarnameyekê îmze kirîye

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …