Trump şerê bazirganîyê da destpêkirin

Trump di 1ê sibatê de tarîfeyên ji bo berhemên Kanada, Meksîka û Çinê dikevin Amerîkayê zêde kirin.

Baca bazirganîyê ya herî zêde bi % 25an li hemberê Kanada û Meksîkayê hat ragihandin.

Berhemên ji Çînê rastî tarîfeya ji % 10an hatin.

Her sê welat biryar dan heman tarîfeyan li hemberê Amerîkayê rabigihînin.

Trump wekî dihat payîn bi Kanada, Meksîka û Çînê re şerê bazirganîyê da destpêkirin.

Serokê Amerîkayê di 1ê sibatê de tarîfeyên ji bo berhemên ji her sê welatan zêde kirin.

Baca bazirganîyê ya herî zêde bi % 25an li hemberê Kanada û Meksîkayê hat ragihandin.

Trump ji bo petrola Kanadayê tarîfeya ji % 10an xist merîyetê.

Tarîfeya ji bo Çînê ji yên her du welatan kêmtir hat ragihandin.

Amerîkayê biryar da, ji îro pê ve ji bo berhemên ji vî welatî tarîfeya ji % 10an têxe merîyetê.

Trump ji bo zêdekirina baca bazirganîyê ya li hemberê Kanada û Meksîkayê fentanîl û koçberîya ne qanûnî sebeb nîşan da.

Serokê Amerîkayê dibêje, fentanîla ku wekî madeyeke hişbir tê bikaranîn û koçberên kaçax ji her du welatan derbasî Amerîkayê dibin.

Serokê Amerîkayê dibêje, fentanîla ku wekî madeyeke hişbir tê bikaranîn û koçberên kaçax ji her du welatan derbasî Amerîkayê dibin.

Kanada, Meksîka û Çîn wê çi bikin?

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau bi lez ket nava herketê bersiveke hişk da Amerîkayê.

Trudeau got, ew ê jî eynî wekî Amerîkayê tarîfeyên ji bo berhemên vî welatî bikin ji % 25.

Biryar wê bandorê li ser 155 milyar dolar berhemên ji Amerîkyê dikevin nava Kanadayê bike.

Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum bi parvekirineke xwe bersivê da Trump û soza zêdekirina tarîfeyan li hemberê Amerîkayê da.

Herçî rêveberîya Çînê bû, wê jî soza ragihandina heman tarîfeyan li hemberê Amerîkayê da.

Herwiha hikumeta Çînê got, ew ê vê mijarê bibe rojeva Rêxistina Bazirganîyê ya Cîhanê (WTO).

Infowelat

—————————————–

Foto: Serokê DYAyê Donald Trump

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Selahattîn Demirtaş: Paşnavê me Tirkîye ye

Serokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş bi sernavê “Dem dema wêrekiyê ye, ne dema dijminatiyê …