Ewrûpa ji bo sistkirina ambargoya Sûrîyeyê dilxwaze

Wezîrên karên derve yên YEyê ji bo sistkirina ambargoyan şertê pêşketinê danîn ber Şamê.

Kaja Kallas li ser meseleyê wiha axivî:

“Niha biryareke me ye polîtîk ango nexşerîyeke me heye. Eger em gavên ber bi rêya rast ve bibînin, em ê jî ji bo sistkirina ambargoyan dilxwaz bin.”

Yekitîya Ewrûpayê (YE) dilxwaz e ambargoyên li ser Sûrîyeyê sist bike.

YE di civîna wezîrên karên derve ya di 27ê kanûnê de vê biryarê da.

Wezîrên ku 27 welatên endam temsîl dikirin, ji bo sistkirina ambargoyan şertê pêşketinê danîn ber Şamê.

Li gorî vê, eger rejîma HTŞê ya Şamê di hin mijaran de gav bavêje wê YE hin ambargoyan sist bike.

Ewil wê ambargoyên di qada banke, enerjî û çûnûhatinê de bên sistkirin.

Nûnera Bilind a Têkilîyên Derve ya YEyê Kaja Kallas li ser meseleyê wiha axivî:

“Niha biryareke me ye polîtîk ango nexşerîyeke me heye. Eger em gavên ber bi rêya rast ve bibînin, em ê jî ji bo sistkirina ambargoyan dilxwaz bin.”

Çi ne şertên Ewrûpayê?

YE şertên ji bo sistkirina ambargoyê wiha terîf dike:

  • Divê hemû kêmarên dînî û etnîk bên parastin
  • Divê ji mafên mirov û mafên jinê re rêz bê girtin
  • Divê di meseleya aborîyê de bazara serbest bê damezrandin
  • Divê peymna dem-dirêj a leşkerî bi Rûsyayê re bê bidawîkirin

Hêjayî gotinê ye, YE naxwaze ambargoyên li ser çekan, ekîpmanên şopandinê, alavên kîmyewi sist bike an ji holê rabike.

Infowelat

—————————————————-

Foto:

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …