Bart de Wever bû serokwezîrê Belçîkayê

Bart de Weverê pêşengîya netewperestîya flaman dike, bû serokwezîrê Belçîkayê.

Bart de Wever dixwaze kêmasîya butçeyê ku digihîje ji % 4.6ê Hilberîna Ne-Safî ya Navmalî, kêm bike.

Tedbîra herî flaş a hikumeta koalîsyonê, bisînorkirina meaşê bêkarîyê ya bi du salan e.

Bart de Weverê pêşengîya netewperestîya flaman dike, bû serokwezîrê Belçîkayê.

De Wever duh piştî sondxwarina di qesra kralîyetê de, dest bi karê xwe kir.

De Weverê serokê Tifaqa Nû ya Flaman (NV-A) ye ku di hilbijartinê di 2024an de bûbû partîya yekemîn a Belçîkayê.

Hikumeta koalîsyonê sê partîyên holandîaxêf ên Flanderê anîn cem hev: (NV-A), Xrîstîyanên Demokrat ên Flaman (CD &V) û Vooruit.

Li alîyê Belçîkaya fransîaxêf du partî tevlî koalîsyonê bûn: Tevgera Reformîst (MR) û Les Engagés.

Xên jî Vooruitê ku sosyalîst e, hemû partîyên mayî rastgir in.

Loma jî bernameya hikumetê bi taybetî di qada aborî û koçberîtê de hişk e.

Bart de Wever dixwaze bi van tedbîran kêmasîya butçeyê ku digihîje ji % 4.6ê Hilberîna Ne-Safî ya Navmalî, kêm bike.

Tedbîra herî flaş a hikumetê, bisînorkirina meaşê bêkarîyê ya bi du salan e.

ECR kêfxweş bû

Serokwezîrîya Bart de Wever jî alîyê Koma Mihefazakar û Reformîstan (ECR) ya Parlamentoya Ewrûpayê jî bû sebeba kêfxweşîyê.

Wekîlê fransî yê rasta radîkal Marion Marechal di parvekirineke xwe de wiha nivîsî:

“Niha sê serokwezîrên koma me ya ECRê heye li ser maseya Konseya Ewrûpayê.”

Serokwezîrên qaşa wan tê kirin, Bart de Wever, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni û Serokwezîrê Komara Çek Petr Fiala ye.

Infowelat

—————————————–

Foto: Bart de Wever/X

Belçîka bû xwedî hikumeta federal

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …