Donald Trump bi vîdyoyê tevlî Forûma Aborîyê ya Cîhanê bû.
Serokê amerîkî welatên petrole hildiberînin bi berpirsîya berdewambûna şerê Ukraynayê sûcdar kir.
Trump kengî û li ku derê biaxive, rasterast rojevê dîyar dike.
Serokê nû yê Amerîkayê duh bi rêya vîdyoyê tevlî Forûma Aborîyê ya Cîhanê bû.
Trump di axaftina xwe de berê xwe da welatên petrole hildiberînin û wan berpirsê berdewambûna şerê Ukraynayê nişan da.
Trump bang li Erebistana Siûdî û endamên din ên Rêxistina Welatên Îxracata Petrolê dikin (OPEC) kir ku buhayê petrole daxin.
Buhayê petrolê û şerê Ukraynayê
Lîderê amerîkî got, eger buhayê hilberînê bê daxistin wê dahata Rûsyayê kêm bibe û loma Moskow ji neçarî dawî li şerê Ukraynayê bîne.
Trump wiha axivî:
“Divê wan zû de vê kiriba. A rast, ji bo bûyerên pêk tê berpirsîya wan zêde ye. Bi milyonan kes jîyana xwe ji dest didin.”
Du mijarên ku Trump careke din anî rojevê ev bûn:
Terîfe
Trump got, wê terîfeya li hember berhemên ku hilberîna wan li Amerîkayê neye kirin zêde bikin.
Şefê Qesra Spî ji misêwa dûbare dike, wê baca ji berhemên dikevin nava Amerîkayê ji % 25 zêde bike.
NATO û lêçûyînên leşkerî
Trump careke din banga zêdekirina lêçûyînên leşkerî yên endamên NATOyê kir.
Serokê Amerîkayê got, divê “lêçûyînên parastinê bibe ji % 5ê Hilberîna Ne-Safî ya Navmalî.
Infowelat
——————————————
Foto: Donal Trump di dema beşdarîya xwe ya Forûma Aborîyê ya Cîhanê ya li Davosa Swîsreyê (2020)/Wikipedia