Trump bi ambargoya aborîyê gef li Rûsyayê xwar:
Serokê Amerîkayê di parvekirina xwe de wiha nivîsî:
“Tu rêyeke din tune li ber min, encax ez dikarim bac, tarîfe û ambargoyan deynim ser bazirganîya Rûsyayê ya Amerîkayê û hin welatên din re.”
Trumpê ku serokê herî nîqaşbar ê dîroka Amerîkayê ye, vê carê berê xwe da Putin.
Lîderê amerîkî ji bo dawî li şerê li Ukraynayê bîne gefa ambargoyê li Putin xwar.
Trump di parvekirina xwe ya ti Xê de wiha nivîsî:
“Tu rêyeke din tune li ber min, encax ez dikarim bac, tarîfe û ambargoyan deynim ser firotana Rûsyayê ya ji bo Amerîkayê û hin welatên din.”
Tevî van gotinan jî Trump nivîsî, “ew naxwaze zirarê bide Rûsyayê.”
Lêbelê pispor radigihînin, bazirganîya Amerîka-Rûsya bi tenê 3.4 milyar dolar e.
Loma jî DYA nikare bi ambargoyên aborîyê zêde zirarê bide Rûsyayê.
Gotinên Trump surprîz bûn
Gotinan Trump ji bo serokê Rûsyayê Putin surprîz bûn.
Ji ber ku heta niha Trump derbarê Putin de herdem erênî diaxivî.
Bi dûv hilbijartinê de Trump gotibû, ew ê Putin rasterast muxatab bigire.
Ev jî kêfa lîderê Rûs anîbû û Putin ji ber daxwaza wî ya “restorekirina têkilîyên rasterast ên bi Rûsyayê re” pesnê Trump dabû.
Lîderê Amerîkayê di kampanyaya hilbijartinê de soz dabû, wê bilez şerê li Ukraynayê bidawî bike
Medyaya amerîkî radigihîne, Trump ji nûnerê xwe Keith Kellogg daxwaz kirîye, di 100 rojan de dawî li şerê Ukraynayê bîne.
Şertên Rûsyayê
Putin ji bo bidawîkirina şerê bi Ukraynayê re xwedî posîzyoneke xurt xuya dike.
Artêşa rûs li enîyê zora Ukraynayê dibe û li hin deveran pêş de diçe.
Loma Putin ji bo bidawîkirina şer nalezîne û şertên aştîyê datîne ber Ukraynayê.
Hin şertên Putin ev in:
- Divê Ukrayna nebe endamê NATOyê
- Artêşa Ukraynayê hejmara xwe ya leşkeran kêm bike
- Rûsya wê kontrola li ser Kirim û çar herêmên Ukraynayê yên dagir kiribûn, bidomîne.
Infowelat
———————————–
Foto: Donald Trump û Vladimir Putin/Medyaya Civakî