Lîderê gerîla bû dîktatorê Nîkaraguayê

Daniel Ortega û hevsera wî Murillo Ortega “erken mutleq” bi dest xistin.

Jin û mêr êdî bi hev re “hevserokên” Nîkaraguayê ne.

Tevî vê jî, Nîkaragua wekî “dewleteke şoreşger û sosyalist” hat pênasekirin.

Nîkaraguaya di bin kontrola Ortega de bi tevahî vediguhere dîktatorîyekê.

Parlamentoya Nîkaraguayê, bi reformekê “erken mutleq” dan Daniel Ortega û hevsera wî Murillo.

Daniel Ortega ku serokê welêt e, tevlî Murilloya cîgirê wî ye welêt bi rejîmeke otoriter bî rê ve dibe.

Bi reforma nû, Murillo Ortega erka “hevserokatîyê” bi dest dixe.

Ji bilî vê, reform hemû erken dewletê dide destên Daniel û Murillo.

Jin û mêr êdî wê bikaribin qada qanûnçêkirin û darazê kontrol bikin.

Herwiha, dema serokatîyê ji 5 salan derdikeve 6 salan.

Reforma cîyê şermê, tevlî vê jî welêt Nîkaraguayê wekî “dewleteke şoreşger û sosyalist” pênase dike.

Ji şoreşgerîyê ber bi otorîterîyê ve

Daniel Ortega lîderê Eniya Rizgariya Neteweyî ya Sandînîst (FSLN) e ku pêşengê Şoreşa Nîkaraguayê ye.

FSLN di 20ê tîrmeha 1979an de artêşa dîktator Somoza têk biribû û pergaleke şoreşger li welêt ava kiribû.

Ortega ji 1985an heta 1990an serokatîya welêt kir û di hilbijartinê de li hember namzeta liberal Violeta Chamorro têk çûbû.

Ortegayê dî 2007an de careke din bû serokê Nîkaraguayê û ji wê demê û vir ve li ser kar ma.

Di 2018an de li hember rejîma Ortega protestoyên girseyî hatin lidarxistin.

Dewletê li hember pêla serhildanê tedbîrên hişk girtin û li derdora 300 kes hatin kuştin.

Piştî vê qonaxê Ortega kontrola xwe ya li ser dewletê xurtir kir û modela otoriter kûrtîr kir.

Infowelat

—————————————

Foto:Daniel Ortega

Salvegera Şoreşa Sandînîst hat pîrozkirin

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …