Hikumeta tirk: Banga çekberdanê bikin

 Hikumeta Tirkîyeyê tevî hevdîtinên aştîyê yên bi lîderê PKKê Ocalan re, mesajên hişk dide raya giştî.

AKP û MHPê ragihandin, armanca hevdîtinan bi tenê berdana çekan e.

Revebera KCKê Besê Hozatê bersiv da vê helwesta hikumeta tirk û xwest berîya her tiştî şert û mercên ji bo Ocalan bê afirandin.

 Hikumeta Tirkîyeyê tevî hevdîtinên aştîyê yên bi lîderê PKKê Ocalan re, mesajên hişk dide raya giştî.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk di 27ê kanûna paşîn de li Enqereyê ji çapemenîyê re axivî.

Çelîk got, ew bi Ocalan re bazarê nakin bi tenê danûstendinê dikin.

Omer Çelîk li ser hevdîtinên heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bendewarîyên ji bo aştîyê wiha axivî:

“Bi ti şêweyî ev ne pêvajoya bazarkirinê ye, bi ti şêweyî ne pêvajoya dan û standinê ye. Wekî Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de armanca yekem Tirkiyeyeke bê terror e. Ya duyem jî astengkirin û tunekirina rêxistinên terorê ye. Ev pêvajoya trafîka serdanan qediya. Ya ku ji vir û şûn de bendewarîya wê tê kirin banga derbarê tesfiyekirina rêxistina terorê de ye. Di wê trafîka serdanan de jî me nêrîna xwe got, şande jî bi awayekî eşkere û vekirî çawa li pêvajoyê dinêrin bi me re par ve kir. Me jî helwesta xwe ya derbarê xebatên dema borî hatîne kirin û vê demê de danî holê.

Banga ji bo danîna çekan

Berdevkê AKPê bi van gotinan banga teslîmîyetê kir:

“Piştî ev trafîka serdanan qediya xala ku em gihiştînê, divê demildest banga tasfiyekirina rêxistina terorê û danîna çekan çêbibe. Min berê jî gotibû, bi ti şêweyî ev ne pêvajoya bazarkirinê ye, bi ti şêweyî ne pêvajoya dayîn û standinê û bi ti şêweyî ne ji wesfên bingehîn yên dewletê tawîz dayîn e. Bi awayekî vekirî birêz serokkomarê me û birêz Devlet Bahçelî jî gotin armanc Tirkiyeyeke bê teror.”

Bahçelî: Bila DEM Partî bang bike

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî di axaftina xwe ya di koma partîya xwe de wekî Omer Çelîk axivî.

Bahçelî got, divê şandeya DEM Partiyê di demeke nêzîk de banga ji Îmraliyê tê hêvîkirin eşkere bike.

Bahçelî derbarê PKKê de wiha axivî:

“PKKya ku beriya bi salan ji valahiya pevçûnên hêzên global derketibû û jiyana bi hezaran kesî dabû ber xwe, li welatên cîran ên ku lê veşartiye roj bi roj rastî derbeyên nû tê û nikare tevbigere.”

Lîderê nasyonal-faşîzma tirk bi van gotinan bang li DEM Partîyê kir:

“Di dawiyê de dixwazim bibêjim ku daxwaza min a samîmî ew e ku hevdîtinên di navbera şandeya DEM Partiyê ê û Îmraliyê de bê şert piştgiriyê bide Tirkiyeya bê teror û banga ku tê hêvîkirin zûtir bê diyarkirin.”

DEM Partî çûbû dîtina Ocalan

Şandeya DEM Partiyê ya di 28ê çiriya pêşîn a 2024an bi lîderê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî bû.

Paşê jî şande 2yê kanûna paşîn de bi partiyên di parlamentoyê de hevdîtinan kiribû.

Bi dûv serdanan, şandeya ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, di 22yê kanûna paşîn de careke din bi Ocalan re hevdîtinekê kiribû.

Rojekê piştî vê hevdîtinê daxuyaniyekê hatibû dayîn û hatibû dîyarkirin, “xebatên birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin.”

KCK: Bila berê tecrîd bidawî bibe

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKyê Besê Hozatê li ser daxwaza banga çekberdanê ya hikumeta tirk bidawîkirina tecrîdê wekî şert nîşan da.

Hozat di axaftina xwe ya di 28ê kanûna paşîn de got, heta şert û merc neyên afirandin Ocalan nikare bang li civakê bike û peyamekê belav bike.

Herwiha, Hozatê diyar kir ku Ocalan heta niha ji wan re nameyekê neşandîye.

Infowelat

—————————————–

Foto: Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …