HRW: Lîderên demokrasiyên rojava ji bo berjewendiyên xwe yên dem kurt bi rejîmên otorîter re hevkariyê dikin û bi vî awayî jî xizmetê ji prensîbên demokrasiyê re nakin. Rêxistina Şopandina Mafên Mirov HRW’ê her sal bi raporên xwe yên salane di mijara mafên mirovan de fotografeke seranserê cîhanê dikişîne. Bi …
Bêtir »Samî li Rûsyayê rastî zextan tên
Hêjayî gotinê ye ligel Norwêc, Swêd û Fînlandê qismekî samî ji 3 hezar salî zêdetir e li herêma Mûrmansk a li bakurê Rûsyayê dijîn. Di encama polîtîkaya talan û asîmîlasyonê ya dema Sovyetê û Rûsyayê de gelê samî hat marjînalkirin û hejmara wan a li herêma Kolayê daket 2 hezarî. …
Bêtir »Sakîne û Marianne bi hev re hatin kuştin
Sal 2013… Roja 9’ê çileyê…Li navenda Ewrûpa Parîsê 3 jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez bi sûîkasteke bêbext hatin qetilkirin. Piş tre derket holê ku ev reşkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye plankirin û pêkanîn. Fransaya xwedî şoreşa navdar, xwedî sê prensîbên “azadî, wekhevî û biratî” çawa …
Bêtir »Li Tirkiyeyê medyaya kurdî tune dibe
Li Tirkiyeyê medyaya bi kurdî di hin qadan de êdî ji holê rabûye. Li Tirkiyeyê rojnameyek bi kurdî tune ye, qenaleke radyoyê ya ji bo hemû welat weşanê dike tune ye, ajanseke nûçeyan a zimanê wê yê sereke kurdî be tune ye û herwiha qenaleke televîzyonê ya di destê şexsan …
Bêtir »MRG rapora 2021’an weşand
MRG wekî her sal îsa jî lîsteya Gelên bi Xetereyê re rû bi rûne weşand. Rêxistinê li gorî asta xetereyê welatên binpêkirina mafên kêmar û xweciyan lê pêk tên di lîsteyê de bi cî kir. Sûriye ku ev 10 sal in lê şerê navxweyî pêk tê, di mijara gelên di …
Bêtir »Dadgeha Ewrûpayê dosyeya Puigdemont vedikole
Hukumeta Îspanyayê ji bo bandorê li biryarê bike, di asta dewletên endam de li paş perdeyan dîplomasiyê dimeşîne. Di encama van hewldanan de Polonya û Romanya ji niha ve ligel Îspanyayê ciyê xwe girtin û vegerandina Puigdemont pêşniyazê dadgeha Ewrûpî kirin. Doza serokê berê yê Katalonyayê Carles Puigdemont vediguhere …
Bêtir »Îrlandî bû zimanê xebatê yê YE’yê
Zimanê Îrlandî (galîkî) bû zimanê xebatê yê Yekitiya Ewrûpayê….Ev zimanê ku li welatê xwe hema bêje li ber sikratê ye, bi vî awayî li saziyên Ewrûpî bû xwedî stargehekê…Îrlandî, tevlî Îngilîzî yek ji zimanê fermî yê Îrlandayê ye, lê dîsa jî hebûna wî di xetereyê de ye. Ev nûçeya ku …
Bêtir »Alsas li dûv nasnameya xwe ya herêmî ye
Yek ji sebeba herî mezin a vê daxwazê, li herêmê ligel Fransî axaftina zimanê Almanî ye. Di dîrokê de ev herêm di destên Almanyayê de mabû û lewma qismeke welatî hin jî bi zimanê Almanî diaxivin. Fransaya xwedî tradîsyona jakoben, ji sedsala 18’an û vir ve bi polîtîkayên xwe cihêrengiya …
Bêtir »Krîza Sahelê berfireh dibe
Eger pêşi li belavbûna rêxistinên olperest a ber bi başûr ve neyê girtin, wê Afrîka bi karesateke nû re rû bi rû bimîne û di sala 2022’an de welatên li peravên Kendava Gîneyê bibin navenda nû ya bêîstikrariyê. Welatên Sahelê ku bi dehan salane serbixwe ne dikin nakin nikarin bibin …
Bêtir »Yekitiya Sovyetê 30 sal berê hilweşiya
Di 26’ê kanûna 1991’an de ala sor a Yekitiya Sovyetan ji ser Qesra Kremlînê hat daxistin. Bi vî awayî dawî hebûna dewleta ku xwe wekî komunîst bi nav dikir hat anîn. Rojek beriya vê, serokê Sovyetaan Mîkhaîl Gorbaçov bi daxuyaniyeke dîrokî biryara bidawîanîna Yekitiya Sovyetê ragihandibû. Gorbaçov sebeba jiholêrakirina …
Bêtir »Piştî Zaev Makedonya wê kîjan rotayê tercîh bike?
Wisa xuya ye wê piştî îstifaya Zoran Zaev, rekabeta siyasî ya li Makedonyaya Bakur derkeve asta herî bilind û Bruksel û Moskow ji bo bandorê li tercîhên vî welatî bikin wê di nava hewldanan de bin. Ji meha cotmehê û vir ve mixalefeta Makedonyayê ji bo serokwezîr Zoran Zaev îstifa …
Bêtir »Fransa û Brîtanya berpirse mirina penaberan e
Saziya Penaberan a Fransî Utopya 56, ji qezaya trajîk a li deryaya Manşê vir ve li ser mijarê vekolîn dikir. Saziyê pêr gihîşt wê encamê ku haya Fransa û Brîtanya ji noqavbûna bota penaberan a li Qenala Îngilîz hebûye û digel vê jî her du alî neçûne ciyê bûyerê. Lewma …
Bêtir »Li Hong Kongê Çîn bi ser ket
Li Hong Kongê piştî qanûna Çînê ya derbarê temsîliyeta siyasî de, hilbijartina ewil hatin lidarxistin. Ji ber zextên li ser mixalefetê, beşdariya dengdanê gelek kêm bû û ev jî tam li gorî dilê Çînê bû. Lewma jî alîgirên Çînê bi hêsanî bi ser ketin. Li Hong Kongê piştî qanûna Çînê …
Bêtir »Gabriel Boric bû serokê Şiliyê
Bi vê encamê, piştî kuştina serokê şoreşger Salvador Allende ya bi destê artêşê wê serokekî çepgir li koşka serokatiyê rûnê. Wekî serok hilbijartina Gabrîel Borîc, di dîroka 40 salên dawî de pêşketineke siyasî ya pir girîng tê hesibandin. Gabrîel Borîcê ku bû serokê nû yê Şiliyê, di axaftina xwe ya …
Bêtir »Kolonyalîzma nû, kolonyalbûn û netew-dewlet
Yasin Sunca* Kolonyalîte, kolonyalîzma nû jî tê de, têgeheke ku hêza xwe ji hiyerarşiyan û têkiliyên hêzê werdigire û gelek meseleyên global di nava wê de cî digirin. Herwiha, bi riya pergaleke hîn bêtir dîrokî-civakî tê pênasekirin. Li gorî vê perspektîfê, di pergala serdest a cîhanê de têkiliyên hêzê …
Bêtir »Federalîzma Bosnayê di xetereyê de ye
Li gorî pêşniyazqanûna hat qebûlkirin, Repûblîka Sirpska wê bikaribe ji sazî û xebatên navendî ya Bosna-Hersekê vekişe. Yanî bi gotineke din, rêvebiriya herêmê wê bikaribe ji artêş, sîstema bacê, mekanîzmaya edaletê û ewlekariya civakî vekişe û di dewsa wan de di nava xwe de saziyên bi vî rengî damezrîne. Bêguman …
Bêtir »Xewna kanak a serxwebûnê pêk nehat
Proseya dekolonîzasyona Kaledonyayê ku 30 sal berê destpêkiribû, her car rastî astengiyekê tê. Duh li giravê referandûmeke din a serxwebûnê hebû û gelek welatî hêviya xwe bi vê dengdanê ve girêdabûn. Lê beriya dengdan pêk were, Eniya Kanak û Sosyalîst a Rizgariya Neteweyî FLNKS’ê banga boykotê li alîgirên xwe …
Bêtir »Hevkariya leşkerî ya Bexda û Hewlêrê
Rêvebiriya Iraqê ji nişkave diyar kiribû ew ê parastin û ewlekariya bajarê Kerkûkê ji PDK’ê re bihêle. Tê ragihandin rêvebiriya Iraqê piştî hevdîtinên bi Amerîka û Brîtanyayê re ev biryar da ye û ev yek wê di dîzayna nû ya Iraqê de bibe qonaxeke sereke. Çiyayên Hemrînê ku di navbera …
Bêtir »Barbados ji Brîtanyayê veqetiya
A.Rahman Çelîk Barbados welatekî girav e. Parçeyekî ji herêma Karayîb a Amerîkaya Bakur e. Girav di sedsala 17. de ji aliyê Brîtanyayê ve hat dagirkirin û bi qasî 400 salan wekî koloniyekê hat bikaranîn. Welatê Karayîbê Barbados bi merasîmeke li paytext Bridgetownê dawî li desthilatdariya Kralîçeya Îngilîz Elizabethê anî …
Bêtir »Siyaseta Moskowê ya „Gefa Çavtirsandinê”
Pispor hewldanên dawî wekî konsepta aggressive deterrence ango “gefa çavtirsandinê” binavdikin û didin zanîn wê Moskow vê pozîsyonê bike yek ji stûnên têkiliyên xwe yên bi NATO’yê re. Polîtîkaya dawî ya Rûsyayê ku wekî konseptek tê binavkirin, ji aliyê serokomarê vî welatî Vladîmîr Pûtîn ve hat ragihandin. Pûtîn di …
Bêtir »Parastina neteweyekê
Necat Ayaz Eger dewlet dixwaze kurdîtiyê di şexsê gerîla de li kozikên çiyayên bilind tune bike, divê em ji qadên sivîl bersivê bidin vê barbariyê û kurdîtiya di şer de êsîr hatiye girtin rizgar bikin. Li Afganistanê serkeftina Talîbanê li dijî Amerîkayê ji bo Tevgera Kurd bû sebeba lêxistina zengila …
Bêtir » Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat
				 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			 
				
			