Erdogan: Em serweriya giravên Egeyê nasnakin

Erdogan, ji bo Yûnanistanê de gotinên giran kir û bi dagirkirina giravên li Egeyê, ew tehdît kir…

Yûnanistanê bersivek hişk da û Tirkiyeyê bi neo-osmanîzmê tometbar kir

Atîna bi ser de jî, hawara xwe gîhand Ewrûpa û Amerîkayê û giliyê Tirkiyê li wan kir

Tirkiyeya bi Yûnanistanê re ne li hev e, di demên dawî de asta gefên xwe yên li dijî vî welatî zêde dike.

Li aliyekî, artêşa Tirk her dem û wext sînorên li Egeyê binpê dike, li aliyekî din jî Enqere bi daxuyaniyan rasterast gef li Atînayê dixwe.

Serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan di axaftineke dawî de dîsa berê xwe da Yûnanistanê û gotinên giran ji bo vî welatî kir.

Erdogan vê carê rasterast gefa dagirkirinê ji bo giravên li Egeyê xwar.

Gefa li hemberê giravan

Erdogan: “Em serweriya we ya li ser van giravan nas nakin. Gava dem hat, çi pêwîst be em ê wê bikin.”

Erdogan got; Yûnanistan di her qadî de welatekî zeyif e û tu carî nekare bigihîje asta Tirkiyeyê.

Şefê hukumeta tirk di axaftina xwe de qala giravên li Egeyê jî kir û bi van gotinan gefa dagirkirinê li Yûnanistanê xwar:

“Em serweriya we ya li ser van giravan nas nakin. Gava dem hat, çi pêwîst be em ê wê bikin.”

Gefa dagirkirina parçeyeke erdên Yûnanistanê, Atînayê hêrs kir û serokwezîr Kîrîakos Mîtsotakîs got, tu carî nayê qebûlkirin Tirkiyeya ku endamê NATO’yê ye gefan li Yûnanistanê bixwe.

“Êrişkariya neo-osmanî”

Dendias: “Em paş de gav navêjin û natirsin. Di dîrokê de em rastî gefên hîn bêtir mezin hatin. Em êrişkariya neo-osmanî red dikin.”

Wezîrê Karên Derve Nîkos Dendîas di vê meseleyê de ji serokwezîr gaveke pêşdetir avêt û Tirkiyeyê bi “êrişkariya neo-osmanî” bi nav kir.

Dendîas bi van gotinan bersiv da Tirkiyeyê:

“Em paş de gav navêjin û natirsin. Di dîrokê de em rastî gefên hîn bêtir mezin hatin. Em êrişkariya neo-osmanî red dikin.”

Deryaya Egeyê di navenda aloziya Tirkiye-Yûnanistanê de ye. Enqere ne qayile sînorên deryayî yên li Egeyê qebûl bike.

Dîwar tê dirêjkirin

Piştî van bersivan, hukumeta Yûnan gaveke din jî avêt û giliyê Tirkiyeyê ligel Amerîka, Yekitiya Ewrûpa û NATO’yê kir.

Paşê Atîna biryarek din da û diyar kir, dîwarê xwe yê li ser sînorê Tirkiyeyê 40 kîlomêtroyê din dirêj bike.

Di çarçoveya vê biryarê de dirêjahiya dîwêr wê ji 140 kîlomêtroyî derkeve 180 kîlomêtroyî.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Peymana stratejîk a Yekîtîya Ewrûpa û Misrê

Bruksel wê 7.4 milyar euro bide Misirê ku di nava krîza aborîyê de ye. Armanca …