Çîn: Ewlekariya Taywanê ne karê Amerîkayê ye

Amerîka bi qasî milyarek dolar çek difroşe Taywanê

Çîn li ser vê yekê kete nava tevgerê gef li Amerîkayê xwar

Çînê got: Taywan eyaleteke Çînê ye û lewma jî nabe Amerîka vir li hember Çînê biparêze

Dîplomasiya Çînê zimanê xwe yê li dijî Amerîkayê her ku diçe dijwartir dike.

Wezareta Karên Derve ya Çînê, di daxuyaniya xwe ya dawî de dîsa Amerîka xiste devê topê.

Berdevkê wezaretê Mao Nîng di daxuyaniya xwe de li ser têkiliyên leşkerî ya Amerîka û Taywanê sekinî wiha ajot ser Washingtonê:

“Çîn herdem li dijî têkiliyên leşkerî yên Amerîka û Taywanê sekinî ye û firotina çekan a ji bo Taywanê qebûl nekiriye. Taywan eyaleteke Çînê ye û lewma jî nabe Amerîka vir li hember Çînê biparêze.

Milyar dolarekî çek

Kurtdemek berê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihandibû wê Washington bi qasî milyarek dolar çekan bifroşe Taywanê.

Wezaretê wekî sebeba firotina çekan pêdiviya ewlekariya Taywanê nîşan dabû.

Aloziya li dora girava Taywanê, meha borî, bi serdana siyasetmedara Amerîkî Nancy Pelosi ya bo Taywanê mezin bûbû.

Berdevka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê digel hemû hişyariyên Çînê, çûbû serdana giravê.

Piştî vê, Çînê li dora Taywanê tetbîqatên berfireh li dar xistibû û bi vê rêbazê, dorpêça xwe ya leşkerî ya li dora giravê jidandibû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

PNV û EH Bildu li Welatê Baskê bi ser ketin

PNV-EAJ (Partiya Neteweperest a Bask) di hilbijartinê de piranîya dengan bi dest xist û bû …