Hevkariya Rûsya-Çînê ya li Pasîfîkê

Forûma Aborî Ya Rojhilat li bajarê Vladivostok a Rûsyayê berdewam dike.

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û di bernameyê de bi Serokê Komîteya Daîmî Ya Kongreya Gel A Çînê Li Zhanshu re hevdîtinek li dar xist.

Piştî hevdîtinê her du alî pirsên çapemeniyê bersivandin.

Pûtîn di axaftina xwe de pesnê hevkariya aborî ya Rûsya û Çînê da û hin agahiyên derbarê vê de parve kirin.

140 milyar dolar bazirganî

Serokê Rûsyayê got, par bazirganiya di navbera Rûsya û Çînê ji 36 ji %î zêde bûye û derketiye 140 milyar dolarî.

Pûtîn ragihand, di demeke nêzîk de wê bîlançoya bazirganiya di navbera her du welatan de bigihîje 200 milyar dolarî.

Li pêyî Pûtîn Serokê Komîteyê Li Zhanshu jî axivî.

Zhanshu di destpêka axaftinê de pesnê Pûtîn da kêfxweşiya xwe ya ji bo berxwedana Rûsyayê ya li dijî ambargoyan da.

Forûma Aboriyê ya Rojhilat ji 2015’an û vir ve li rojhilatê Çînê tê lidarxistin.

Zhanshu pê re jî got, Çîn Rûsyayê wekî şirîkeke xwe yê razemeniyê ya navneteweyî dihesibîne û dixwaze hevkariya xwe ya bi wê re ya di warên aborî, bazirganî, fînans, teknolojiya zanistî, perwerdehî û çandê de xurtir bike.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …