Bruksel ji Gurcistanê re derî venake

Josep Borrell, li rûyê Serokwezîrê Gurcistanê got; heta ku hûn ji bo reforman gav navêjin, em nikarin endametiya we qebûl bikin

Berpirsê Polîtîkaya Derve yê Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell û Serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Garîbaşvîlî li Brukselê, li gel hev daxuyanî dan çapemeniyê.

Borrell li ser endamtiya Gurcistanê ya Yekîtiya Ewrûpayê axivî.

Borrell di daxuyaniyê de got, divê Gurcistan ji bo endamtiyê reforman pêk bîne.

Şefê dîplomasiya ewrûpî van reforman jî wekî serdestiya hiqûqê, serxwebûna edaletê û azadiya medyayê rêz kir.

Borrell da zanîn, divê Gurcistan di van qadan de lez û bezê bide reforman, ya na wê nikaribe bibe endam.

Gurcistan welatekî çiyayî Qefqesyayê ye. Nifûsa welêt bi qasî 3.7 milyonî ye. Abhazya û Osetyaya Başûr de fakto ji welat veqetîyan e.

Serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Garîbaşvîlî ji di axaftina xwe de diyar kir, di bin siya rewşa jeopolîtîk a heyî de ew amade ne ku reforman pêk bînin.

Herwiha Garabaşvîlî girîngiya serdestiya li ser Deryaya Reş derxist pêş.

Serokwezîrê Gurcistanê got, girêdana Yekîtiya Ewrûpa û Gurcistanê ya li nav Deryaya Reş, wê fêdeyê bide herdu aliyan jî.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …