Ji 22 welatan 350 parêzeran xwestin Ocalan bibînin

Di asta cîhanê de ji 22 welatan 350 parêzerên bi mebesta bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêkbîne serî li Wezareta Edaletê dane. Hiqûqnasan diyar kirine ku li Îmraliyê hiqûqa cihêkar tê pêkanîn û xwestine ku qedexeya hevdîtina parêzeran bê rakirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê parêzeran heman serlêdan ji bo Yekitiya Baroyên Ewropayê, Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û rêxistinên mafên mirovan a navneteweyî jî kirine. Parêzer û hiqûqnasan têkildarî serlêdanê li Kuluba Çapemeniya Ewropayê ya Paytexta Belçîkayê Brukselê daxuyanî dane. Di civînê de gelek nûnerên hiqûq û rêxistinên mafên mirovan û parêzerê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan Mehmet Şakar jî amade bûne.

 “Hiqûqekî cihêkar tê pêkanîn”

Seroka Yekitiya Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê (SAD) Hélène Debaty danezana hevpar xwendiye. Danezana hevpar a 350 parêzerên ji 22 welatan wiha ye: “Birêz wezîr, mafê hevdîtina bi parêzeran re yê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş tê astengkirin. Ji 7’ê tebaxê heta niha Ocalan nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji sala 2015’an heta niha nahêlin girtiyên din jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Ev, hiqûqeke cihêkar e. Ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha hiqûqeke cihêkar heye. Ji 27’ê tîrmeha sala 2011’an heta sala 2019’an qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hebû. Piştre jî 5 hevdîtinên parêzeran çêbûn. Ji wê rojê heta niha jî qedexe di meriyetê de ne. Ocalan di 25’ê adara sala 2021’an de li ser telefonê hevdîtin kir. Ev yek jî di pêvajoyeke krîtîtk de hate kirin. Em di ferqa bandorên wê yên civakî û polîtîk de ne.

Hélène Debaty. Seroka Yekitiya Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê (SAD) daxuyaniya hevpar a li Brukselê xwend.

“CPTyê gotiye binpêkirina maf e”

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) gotiye ku astengkirina hevdîtinên parêzeran û qutkirina têkiliyan a bi derve re binpêkirina mafên mirovan a navneteweyî ye. Gelek parêzeran di çalakiyan de bertekên xwe nîşan dane. Li Tirkiyeyê 775 parêzerên ku endamên 29 baroyan bûne, ji bo hevdîtina bi Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re serlêdan kirine. Qedexeya parêzeran a li Îmraliyê tê wateya binpêkirina peymana Neteweyên Yekbûyî. Tevdîrên CPTyê û hiqûqa Tirkiyeyê tê binpêkirin. Divê rêzê bo mafên girtiyan bigirin. Li gorî qanûnên navneteweyî, hemû girtî xwedî mafê hevdîtina bi parêzeran re ye. Divê ev yek bi awayekî ewle bê kirin. Dibe ku ev hevdîtine bên temaşekirin lê guhdarîkirina wan qedexe ye. Li gorî rêgeza 16’emîn, divê hemû dewlet rêzê bo vî mafê hevdîtinê bigirin û asteng nekin. Hemû parêzer jî dikarin bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Li gorî xala 25’an; li Tirkiyeyê bêyî ku wekalet hebe, dikare bi girtiyan re hevdîtin bê kirin. Têkoşîna ku hempîşeyên me li Tirkiyeyê didin, ji bo pêkanîna mafên navneteweyî ye. Em li vir careke din mafê xwe yê hevdîtinê yê bi Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê tên ragirtin re dubare dikin.”

“Parêzer tên astengkirin”

Ji Baroyên Parîs Brukselê Georges Henri Beauthier jî di civînê de axivîye û gotiye ku tevî îmzekirina peymanên navneteweyî jî mafê pêkanîna peywirên xwe yê parêzeran tê binpêkirin. Beauthier got ku heke parêzer di mijara parastina miwekîlê xwe de xwedî hemû mafan nebe, wê demê hewcehî bi pêvajoya dozê jî nîne. Serokê Baroya Brukselê yê Berê Maurice Krings jî daye zanîn ku Baroya Brukselê piştgiriyê dide parêzeran û dê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Ji Tora Parêzerên Pêşveçûnê ya Brukselê Selma Benkhelifa jî bal kişand ser girîngiya hevdîtina bi parêzeran re û wiha got: “Divê dewlet li gorî hiqûqê tevbigere. Weke parêzeran berpirsyariya me ew e ku biryarên hiqûqî bidin girtin. Lê belê Tirkiye bi tu awayî li gorî biryarên hiqûqê tevnagere. DMME’yê di sala 2014’an de biryar daye û gotiye ku li Îmraliyê îşkence heye. Biryar da ku Tirkiye bi astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re xala 3’yan a DMME’yê binpê dike. Li gel biryara DMME’yê jî Tirkiyeyê Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê bêpar hişt. Mafê Ocalan ê hêviyê heye. Hevdîtina bi parêzeran re jî bo vî mafî girîng e. Lê belê Tirkiye vî mafî asteng dike û durûtiyê dike.”

Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Mahmût Şakar jî di civînê de axivîye û spasiya 350 parêzeran kiriye. Şakar, destnîşan kiriye ku Ocalan ji 15ê Sibata sala 1999an heta niha di tecrîdê de ye û wiha pê de çûye: “Hevdîtina bi parêzeran re ji destpêkê heta niha bipirsgirêk bûn. Bi taybet jî ji 27’ê tîrmeha sala 2011’an ve qedexeyeke tund a hevdîtina bi parêzeran re kete meriyetê. Ji wê rojê heta niha tenê 5 caran hevdîtin hatine kirin. Di sala 2011an de li dijî parêzerên birêz Ocalan pêla binçavkirinê dest pê kir û 48 parêzer hatin binçavkirin. Ji wan gelek hatin girtin. Tevî qedexeyan, rastî gelek zextan jî hatin. Ji 25ê adara sala 2021an heta niha jî tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin.

Ji bo navên 350 parêzerên ku ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirine vê lînkê bitiqînin. 

———

Ev nivîs cara pêşiyê di Bianetê de hatiye weşandin

About infowelat.com

Check Also

Rûsya û Ûkrayna 300 êsîran berdan

Peymana êsîrên şer a Rûsya û Ûkraynayê kete meriyetê Nêzîkî 300 êsîrên di destên her …