Gelo Borrell ji Rûsyayê re got “faşîst”?

Josep Borrell ji bo Rûsyayê gotina “faşîst” bi kar anî, yan na?

Rûsya û Ewrûpa bersiva vê pirsa ecêb nîqaş dikin

Serê Nûnerê Bilind ê Dîplomasiya Ewrûpayê Josep Borrell, ji bo gotineke wî, di belayê de ye.

Borrel kurtedemek berê bi vîdyoyê tevlî bernameyeke Parlemena Ewrûpayê ya li Pragê bû.

Tê îdîakirin, Borrel di axaftina xwe ya di vê civînê de Rûsya wekî “dewleteke faşîst” bi nav kiriye.

Peter Stano ku berdevkiya dîplomasiya Yekitiya Ewrûpayê dike, li ser vê yekê bi bayê bezê daxuyaniyek da.

Stano got, ji ber wergerê gotinên Borrell şaş hatine famkirin.

Lêbelê ev daxuyanî bêhna Rûsyayê fireh nekir û berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov daxuyuaniyek hişk da.

Peskov got, piştî vê gotinê Parlemena Ewrûpayê bi tevahî xwe bêqîmet kiriye.

Berdevkê Rûs destnîşan kir, êdî bi tu awayî baweriya wî bi Parlemena Ewrûpayê nemaye.

Borrell çi gotibû?

Borrel çend roj berê bi vîdyoyê tevlî bernameya navborî ya Parlemena Ewrûpayê bûbû û bi Îspanyolî axivîbû.

Axaftina Borrell bi van gotinan hatibû wergerandin:

“Planeke me ya ji bo têkbirina Rûsyaya faşîst û rejîma wê ya faşîst tune ye. Wezîfeya min, bi rêya yekîtiyê, pêkanîna alîkariyeke maqûl e ji bo Ûkraynayê. Herwiha ez dixwazim bi aktorên navneteweyî re rêûrêbazên meşandina ambargoyên li ser Rûsyayê gotûbêj bikim.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …