Li gorî pêşniyazqanûna hat qebûlkirin, Repûblîka Sirpska wê bikaribe ji sazî û xebatên navendî ya Bosna-Hersekê vekişe. Yanî bi gotineke din, rêvebiriya herêmê wê bikaribe ji artêş, sîstema bacê, mekanîzmaya edaletê û ewlekariya civakî vekişe û di dewsa wan de di nava xwe de saziyên bi vî rengî damezrîne. Bêguman …
Bêtir »Xewna kanak a serxwebûnê pêk nehat
Proseya dekolonîzasyona Kaledonyayê ku 30 sal berê destpêkiribû, her car rastî astengiyekê tê. Duh li giravê referandûmeke din a serxwebûnê hebû û gelek welatî hêviya xwe bi vê dengdanê ve girêdabûn. Lê beriya dengdan pêk were, Eniya Kanak û Sosyalîst a Rizgariya Neteweyî FLNKS’ê banga boykotê li alîgirên xwe …
Bêtir »Hevkariya leşkerî ya Bexda û Hewlêrê
Rêvebiriya Iraqê ji nişkave diyar kiribû ew ê parastin û ewlekariya bajarê Kerkûkê ji PDK’ê re bihêle. Tê ragihandin rêvebiriya Iraqê piştî hevdîtinên bi Amerîka û Brîtanyayê re ev biryar da ye û ev yek wê di dîzayna nû ya Iraqê de bibe qonaxeke sereke. Çiyayên Hemrînê ku di navbera …
Bêtir »Siyaseta Moskowê ya „Gefa Çavtirsandinê”
Pispor hewldanên dawî wekî konsepta aggressive deterrence ango “gefa çavtirsandinê” binavdikin û didin zanîn wê Moskow vê pozîsyonê bike yek ji stûnên têkiliyên xwe yên bi NATO’yê re. Polîtîkaya dawî ya Rûsyayê ku wekî konseptek tê binavkirin, ji aliyê serokomarê vî welatî Vladîmîr Pûtîn ve hat ragihandin. Pûtîn di …
Bêtir »Parastina neteweyekê
Necat Ayaz Eger dewlet dixwaze kurdîtiyê di şexsê gerîla de li kozikên çiyayên bilind tune bike, divê em ji qadên sivîl bersivê bidin vê barbariyê û kurdîtiya di şer de êsîr hatiye girtin rizgar bikin. Li Afganistanê serkeftina Talîbanê li dijî Amerîkayê ji bo Tevgera Kurd bû sebeba lêxistina zengila …
Bêtir »Em çima ne pîşesaz in?
Ehmed Pelda Me zanîn, ezmun û tecrûbeyên xwe yên welatê xwe, mîrateya kalûbavan di jiyana modern de bikar neanî. An jî me çanda gelê xwe sêwî hîşt û xwe radestî çandeke din, civateke din û jiyaneke din kir. Em civateke rêncber in. Pîşesazî layîqî me ye. Û em dikarin vî …
Bêtir »Vahap Coşkun: Pêvajoyeke nû pêkan e, lê ne bi şêwaza berê
Vahap Coşkûn: Pêvajoyek bi şêwaza berê pêkan xuya nake, lê dibe ku bi şêwaz û rêbazek nû pêvajoyek nû dest pê bike. Pêvajoyên aştiyê tenê bi 2 aliyan nameşin. Divê gelek beşên cûda tê de beşdar bin û rêya diyalogê her dem vekirî be.” Li Diyarbekirê derbarê cîbicîkirina aştiyê û …
Bêtir »Hewraman ket lîsteya UNESCO’yê
Herêma Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê ku di nav sînorên fermî yên Îranê de dimîne, ket Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO). Gundên herêmê ku bi kendalan ve hatine avakirin, bi avahîsazîbûna xwe balê dikişînin ser xwe. Herêm bi yekdengî ket Lîsteya Mîrateya Dinyayê. …
Bêtir »Xweparastina asîmetrîk
Ehmed Pelda Bersiva bi heman rêbazî û li ser bingehê avakirina xweparastinê ne watedar û ne jî pêkan e. Berî her tiştî ji aliyê balansa hêzê rewşeke newekhev heye Êrişên sivîl-faşîst her ku diçe zêde dibin. Nasnameya kurd, alewî û ereb herdem rastî êrişan tê. Li hemberê vê jî gotinên …
Bêtir »Ziman tune be şer ji bo çi ye?
Necat Ayaz Dema jin û mêrên îrlandayî ligel îngilîzî bikaribin bi zimanê îrlandî biaxivin, wê demê neteweyeke heqîqî ya îrlandî pêk tê. Êdî ne mimkûne hêza aboriyê, topên giran an leşkerên Qraliyeta Brîtanî bikaribin vê neteweyê tune bikin. Li gelek aliyên cîhanê, di dozên rizgariya neteweyî de ziman wekî qadeke …
Bêtir »Îspanya terorîzma kontrayên GALê qebûl nake
Dewleta Îspanyol li dijî ETA’yê ligel hêzên ewlekariyê kontrayan jî bi kar anîEv koma kontra a bi navê GAL ku di salên 1980’an de aktîf bû, gelek welaparêzên baskê kuştin Lê digel hemû hewldanan jî dewletê bi israr naxwaze perdeya reş a li ser van bûyerên qirêj bê vekirin Hewldana …
Bêtir »Swêd zirara daye zimanê meankelî lêkolîn dike
Swêd jî yek ji dewletên Ewrûpayê ye ku demeke dirêj cihêrengiya etnîk û ziman a li ser erdên xwe red kir. Niha rêvebiriya Stockholmê dixwaze sûcên xwe yên dîrokî yên li hember zimanê Meankelî lêkolîn bike. Tornedal herêmeke sar a li bakurê Swedê ye û li kêleka sînorên Fînlandiyayê cî …
Bêtir »Li Guetamalayê zimanê itza ber bi tunebûnê ve diçe
Li başûrê Meksîka, Guatemala û Belîzeyê 30 zimanên maya tên axaftin. Hin ji wan ji aliyê bi sedhezaran kesan ve tên axaftin. Axêverên hin ji wan di bin 5000’î de ne û ev ziman di bin xetereya tunebûnê de tên hesibandin. Yek ji wan zimanan Îtza ye ku di nava …
Bêtir »Çîna bajarî li hember kurdî asteng e
Amed ji bo Kurdan eniya herî mezin a şerê ziman e û wiha xuya dike, Kurd li vir newêrin li hember serdestiya Tirkî têkoşînekê bidin destpêkirin. Ez ditirsim aqûbeta paytexta Kurdistanê jî bibe wekî Dublinê. Çalakgerê ziman û wergêr Necat Ayaz bi rasthatina Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê hizrên xwe …
Bêtir »Şoreşa ziman dikare li kolanan pêk were
Bi ya min, li bakur proseyeke Îrlandayîbûyînê pêk tê. Pevçûna giran a bi dewletê re, dînamîzmeke berfireh a siyasî û ne xwedî forma serxwebûnê be jî, hebûna dîskûrsa antî-kolonyal lêbelê ji ber ku ziman qadeke bingehîn a berxwedanê nehatiye dîtin gav bi gav hilweşîna ziman elametên Îrlandayîbûyînê ye. Bi ya …
Bêtir »Ûkrayna bi qanûna ziman mafên zimanên kêmar bi sînor kir
Serokê nû yê Ûkraynayê ku di hilbijartinê de ji % 73’ê dengan girtibû, di 20 Gulanê de hat ser kar. Serokê kevn ê Ûkraynayê Petro Porošenko beriya îktîdarê ji serokê nû re bihêle, qanûneke nû ya ziman îmze kir. Bi vê qanûnê, mafên zimanên kêmar tên bisînorkirin. Qanûna ziman di …
Bêtir »Parlamentoya Lîtwanyayê Jenosîda Tataran nas kir
Di salên dawî de komarên kevn ên Yekitiya Sovyetê polîtîkayên Stalîn ên li dijî gelên yekitiyê didarizînin. Sirgûna tatarên Kirimê cara pêşiyê ji aliyê parlementoya Ûkraynayê ve di 2015’an de wekî ‘jenosîd’ hatibû bi nav kirin. Paşê di Gulana 2019’an de parlamentoya Letonyayê di derbarê mijarê de biryarek bi vî …
Bêtir »Li Bedlîsê tabelayên bi kurdî hatin rakirin
Di dema şaredariya DBP’î ya Bedlîsê de li tevahiya bajêr tabeleyên kurdî hatibûn daliqandin. Lê belê niha ew tabela yeko yeko tên rakirin. Şaredarê AKP’î Nesrûllah Tanglay ku tabelaya bi kurdî ya şaredariyê rakir vê carê jî tabeleya li têketina bajêr ku li ser bi kurdî, tirkî û ingilîzî “Hûn …
Bêtir »Zimanê katalanî li Valensiyayê xurt dibe
Valensiya herêmeke otonom a li rojhilatê Îspanyayê ye ku di Serdema Navîn de bi riya kolonîzasyona Mîrîtiya Katalan zimanê katalanî lê belav bûye. Rêvebiriya herêmê ji pêkhatina xweseriyê heta aniha qebûl nake ku zimanê xwerû ya herêmê katalanî ye. Rêvebirî ziman wekî valencià/ valenciano bi nav dike û bi vî …
Bêtir »Zarokên Îrlandaya Bakur daxwaza mafên ziman dikin
Mijara parastina zimanê îrlandî (gaeilge-galîkî) nêzîkî salek e li Îrlandaya Bakur di rojeva neteweperestên herêmê de ye. Aktîvîstên zimanê îrlandî ji hikumeta herêmî daxwaz dikin ku Qanûna Zimanê Îrlandî ya di peymana aştiyê ya St. Andrews de soza wê hatibû dayîn qebûl bike. An Dream Dearg ku komeke ji aktîvîstên …
Bêtir »Grondland
Profîl Nifûs: 55,877 (2018) Berfirehbûn: 2,166,086 km2 Paytext: Nuuk Zimanê fermî: Grondlandî Destpêka xweseriyê: 1979 Kurtedîrok Grondland bi erda xwe ya di ser 2 milyon km2 re girava herî mezin a cîhanê ye. Li ser vê erda berfireh miletek otokton ê bi navê inuit dijî. Inuit ji bilî Grondlandê, li …
Bêtir »