Herêma Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê ku di nav sînorên fermî yên Îranê de dimîne, ket Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO). Gundên herêmê ku bi kendalan ve hatine avakirin, bi avahîsazîbûna xwe balê dikişînin ser xwe. Herêm bi yekdengî ket Lîsteya Mîrateya Dinyayê. Herêma Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê ku di nav sînorên fermî yên Îranê de dimîne, ket Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO). Gundên herêmê ku bi kendalan ve hatine avakirin, bi avahîsazîbûna xwe balê dikişînin ser xwe. Herêm bi yekdengî ket Lîsteya Mîrateya Dinyayê.
![](https://infowelat.com/wp-content/uploads/UNESCO-LOGO.png)
Muzeyeke servekirî
Piraniya gundên Hewramanê li bilindahiya 1700 metreyan hatine avakirin. Ferqa zêde ya di navbera cihê herî bilind û cihê nizm ê Hewramanê evqas zêde ye ku 3 herêmên avhewayî yê cuda lê çêbûne û wê weke parzemîneke biçûk ku xwedî şêwazên cihêreng ên jiyanî ye. Şêniyên Hewramanê bi kedek mezin li çiyayên asê ên Hewramanê qadên çandiniyê û niştecihbûnê çêkirine. Bi amûrên xwezayî av veguhastine bilindahiyên ku lê dimînin û çandinî kirine. Li wê herêmê heta metreyek ax nîne ku xelkê wê ew bi kar neanîbe û nav lê nekiribe.
Ev nivîs di rojnameya Ozgur Politikayê de hatiye weşandin