Pispor hewldanên dawî wekî konsepta aggressive deterrence ango “gefa çavtirsandinê” binavdikin û didin zanîn wê Moskow vê pozîsyonê bike yek ji stûnên têkiliyên xwe yên bi NATO’yê re.
Polîtîkaya dawî ya Rûsyayê ku wekî konseptek tê binavkirin, ji aliyê serokomarê vî welatî Vladîmîr Pûtîn ve hat ragihandin.
Pûtîn di civîneke xwe ya bi dîplomatên Rûsyayê re de got, divê Moskow herdem bi welatên rojava re di nava pêşbirkê de be û aloziya bi van welatan re kûr bike.
Piştî vê, saziyên din ên Rûsyayê li ser hev daxuyanî dan û dest bi sûcbariyên li dijî NATO û Amerîkayê kirin.
Bi vê re, dîplomasiya Rûs jî kete nava hereketê û vê posîzyona dawî ya Moskowê veguherand kampanyayeke propagandayê.

Konsepta “Gefa Çavtirsandinê”
Pispor hewldanên dawî wekî konsepta aggressive deterrence ango “gefa çavtirsandinê” binavdikin û didin zanîn wê Moskow vê pozîsyonê bike yek ji stûnên têkiliyên xwe yên bi NATO’yê re.
Lê helbet aloziya dawî ya di navbera Rûsya û NATO’yê de bi tenê bi qada dîplomatîk re ne sînorkirî ye.
Kurtedemek berê Rûsya 100 hezar leşkerên xwe li rojhilatê Ûkraynayê bi cî kir û bi vî awayî gefa xwe ya li dijî vî welatî derxist asta herî bilind.

Heta yek ji endamên payebilind a îstixbarata Rûs gaveke din jî pêş ve çû û got, rewş li herêmê dişibe rewşa 2008’an a li Gurcîstanê.
Hêjayî gotinê ye di 2008’an de Rûsya û Gurcistan şer kiribûn û di nava çend rojan de artêşa Rûs zora vî welatî biribû.
Helbet Ûkraynaya ku tam di navenda vê krîzê de ye, ji Rûsyayê kêmtir namîne û amadekariyên xwe yên leşkerî derdixe asta herî bilind.

Artêşa Ûkraynî piştî nêzîkî Kirimê, vê carê li ser sînorê Belarûsê dest bi tetbîqateke leşkerî kir.
Di vê tetbîqatê de hêzên hewayî yên Ûkraynî derketin pêş û bi minawreyên êrişên hewayî qabîliyeta xwe ya şer nîşan dan.
Tetbîqatên dawî yên Ûkraynayê, yekîneyên Rûs ên li ser sînorên rojhilatê vî welatî û kampanyaya nû ya dîplomasiya Rûsyayê nîşan didin ku rojhilatê Ewrûpayê bi lez vediguhere herêmeke krîzê ya di navbera Moskow û NATO’yê de.